Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berî Hilbijartinan, Şerê Agirî Ziyanê Digihîne Prosesa Aştiyê li Tirkiyê


Wêne ji arşîvê ye.
Wêne ji arşîvê ye.

Pevçûnên hefteya bûrî di navbera şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û artêşa Tirkiyê de bi kêmî 5 kuştî li dû xwe hiştin. Vê yekê jî derfetên pêşketina gotûbêjên aştiyê di navbera herdu aliyan de, berî hilbijartinên parlamenî yên Hezîranê kêm kiriye.

Hinek çavdêr dibêjin, ev pevçûn beşek in ji stratejiya hilbijartinê ya Serokomar Recep Tayyip Erdogan jibo ku netewperestên Tirk deng bidin AKP ya desthilatdar. Karbidestên hikûmetê tundrêyên Kurd yên dijî gotûbêjên aştiyê bi sabotekirina prosesê tawanbar dikin.

Karbidestên artêşê di daxuyaniyekê de gotin ku şerê li herêma Agirî derket holê, piştî ku şervanên PKKê teqe li hêzên ewlekariyê kirin. PKK dibêje, wê pêşî dest bi şer nekiriye.

Ev êrîş di demekê de hatin ku yekemîn gengeşe li ser kempeynên hilbijartinên 7ê Hezîranê hate encamdan.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu roja Yekşemê ji karkerên partiya xwe re got ku “êrîşan demokrasiya Tirkiyê û sindoqên denganê kirin armanc.”

Serokomar Erdogan jî got, “rêxistineke terorîst ya cudaxwaz ku dixwaze prosesa aştiyê xirab bike, êrîş bir ser hêzên me yên ewlekariyê ku xizmeta welatê me dikin.”

Partiya Kurdan, HDP, dibêje ku ev şer ji aliyê hikûmetê ve “hatiye plankirin û destpêkirin.”

Di komcivînekê de li Stenbolê, Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş Fermandariya Artêşê bi hevkariya ligel AKP ya desthilatdar re tawanbar kir. Wî got, “Artêşa artêşa welêt e, ne artêşa partiyan e. Fermandariya Artêşê ne partiyeke di van hilbijartinan de.”

Pevçûnên 11ê Nîsanê li Agirî 12 demjimêran dirêj kirin. Cara dawî ku şervanên PKK û artêşê li ser asteke berfireh şer kirin li Oktobera sala bûrî bû, dema ku firokên şer yên Tirk armancên şervanên Kurd li pênc deverên cuda li nêzîk sînorê ligel Îran û Îraqê bombebaran kirin.

XS
SM
MD
LG