Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Abadî ligel Obama Dicive ku Pirtir Alîkarî Bixwaze


Serokwezîrê Îraqê Heyder Abadi li Washingtonê ye, ligel Sereok Obama hevdîtinekê dike û di şerê dijî DAIŞ de pirtir alîkarî ji Amerîka dixwaze.

Abadî roja Duşemê gotibû, Amerîka di rewşa heyî de piştgirîya xwe bo Îraqê zêde kiriye, lê ew dixwazin pirtir piştgirî bibînîn.

“Em Îraqî li ser erdê şerê terorîstan dikin. Teror ne tenê ser Îraqê, lê jibo herêmê û tevahîya cîhanê gef e. Mîlîtanên DAIŞ niha bi qaçaxcitîya neftê û berhemên dîrokî hewil didin ku çavkanîyên xwe yên diravî zêde bikin.”

Berdevkê Qesra Spî Josh Earnest do Duşemê gotibû ku ewê daxwaza Abadî ya pirtir alîkarî binirxînin.

Amerîka dibêje, dora 1,900 êrîşên wê yên esmanî di nav çend mehên borî de bûne alîkar ku hêzên Bexda bikaribin beşeke ji deverên bin kontrola DAIŞ rizgar bkin.

Çaverê ye di hevdîtinên rêberên Amerîkî û Îraqî de mijara şerê dijî tundrêyên DAIŞ li Îraq û Sûrîyê cîhekî girîng bigire.

XS
SM
MD
LG