Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhat Mêrdînî: Hikûmeta Tirkiye Pênasînê Bi Mafê Miletê Kurd Nake


Dewleta Tirkiye bi awayekî tund çend navçeyên Kurdan li Tirkiye xiste bin çavdêriya xwe û çûn û hatin xelkên wê qedexekririn û pevçûn û şer di nav wan çervanê PKKê li çend devarn derket holê, ku Nisêbîn bajarê dawî bû di van operasyonan de.

Dengê Amerîka rewşa Nisêbînê şopand û di derbarî wê de, hevpeyvînek bi berdevkê Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Mêrddînê kir, birêz Serhat Mêrdînî di hevpeyvîna xwe de got, ku hikûmeta Tirkiye pênasînê bi doza kurdî nake.

Herwiha jî birêz Mêrdînî anî ziman, ku doza kurd li Tirkiye çareser nabe, ger destûra benghîn ya dewletê nêyê guhertin û mafê Kurdan tê de cihê xwe negre, û got divê ku nûnerê HDP di perlemanê de fişarê li hikûmetê bikin ji bo vê guhertinê, da ku Kurd careke din neyên xapandin ji aliyê dewletê ve.

Ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, faylê deng veke:

Hevpeyvîna Serhat Mêrdînî-LA-11-21
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:04 0:00

XS
SM
MD
LG