Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dayika Kanadî Daxwaza Vegerendina Çar Zarokên Xwe Dike


Alison Azer
Alison Azer

Alison Azer jineke Kanadî ye û ew heft meh in ku li 4 zarokên xwe digere ku ji alîyê hevjînê wê yê berê ve hatine revandin.

Xanim Azer dibêje, piştî lêgerînên dirêj hîn bûye ku hevjînê wê berê Salahaddin Mahmudi-Azer (Saren Azer) zarokên wê birine Qandîlê.

Alison daxwaz ji Kurdan dike ku zarokên wê bigehînin wê jiber ku ji wê re pir dijwar e ku ji heft mehan vir ve zarokên xwe nedîtine.

"Ez dosta Kurdan im û ti problema min bi wan re û bi partîyên Kurdan re tuneye. Min tim hewil dida ku zarokên xwe bi kultura Kurdî mezin bikim. Naxwazim ev bûyer zîyan bigehîne Kurdan, loma jî bang li Kurdan dikim ku zarokên min li min vegerînin."

Kerem kin hevpeyvîna ligel Xanim Alison temaşe bikin:

Dayikeke Kanadî 4 Zarokên Xwe Dixwaze
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:38 0:00

XS
SM
MD
LG