Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biden jibo Şêwirên ser Rojhilata Navîn Geşteke Xwe bi Dawî Dike


Serokê Amerîkî Joe Biden geşteke xwe ya dawîya hefteyê li wîlayeta Delaware bidawî anî da ku şêwirên lazgîn yên girêdayî rewşa Rojhilata Navîn li Washingtonê pêk bîne, Koşka Sipî roja Şemîyê ragihand.

Ev yek di demekê de tê ku tirs heye Îran êrîşê bibe ser Îsraîlê. Îranê soz daye ku tolhildanekê pêk bîne piştî êrîşa 1ê Nîsanê li ser avahîyeke konsulxaneya Îranî li Şamê.

Di êrîşa ku guman heye Îsraîl pê rabûbe de, çend kes hatin kuştin ku yek ji wan rêberekî payebilind yê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) bû.

Karbidestên Amerîkî hişyarîya êrîşeke berçav ya çaverêkirî ji alîyê Îranê ve dijî Îsraîlê didin.

Roja Şemîyê, yekîneyeke ser bi Pasdarên Îranê ve destê xwe danî ser keştîyeke barhilgir nêzîkî Tengava Hormuzê. Hate ragihandin ku ew keştî milkê grûpeke bazirganî ye ku xwedîyê wê karsazekî Îsraîlî ye.

Adrienne Watson, berdevka Civata Ewlekarîya Niştimanî ya Amerîkî, kontrolkirina keştîyê şermezar kir.

“Em bang li Îranê dikin ku demûdest keştîyê û karmendên wê yên navnetewî berde. Destdanîna ser keştîyeke sivîl bêyî provokasyon binpêkirineke jibo qanûna navnetewî ye û karekî şêlevanîyê ji alîyê Pasdarên Şoreşa Îslamî ye.”

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG