Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP-CHP Piştî 8 Salan bi Awayekî Fermî Civîyan


Serokê Giştî yê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li Navenda Giştî ya AKP’ê pêşwazîya Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel kir.

Herî dawî 8 sal berê di sala 2016’an de di navbera Serokê Giştî yê CHP’ê yê berê Kemal Kiliçdaroglu û Erdogan de hevdîtineke resmî pêk hatibû. Heta niha hin hevdîtin werin çêkini jî lê tevahîya vanan ne resmî bûn.

Di resepsîyona meclîsê ya 23 Nîsanê de di navbera Erdogan û Ozel de pêwendîyek bûbû û di vê derê de jî Ozel ji Erdogan randevû daxwaz kiribû.

Hevdîtina do ne li Qesira Serokomarîyê, lê li Navenda Giştî ya AKP’ê pêk hat. Di vê derê de pirsa girîng ew e ku Erdogan wek Serokomar an wek Serokê Giştî yê AKP’ê bi Ozgur Ozel re hevdîtin çêkir?

Ev yek di nav çapemenîye Tirkîyê de jî bu sedama nîqaşan. Lê bi kîjan wesfî dibe bila bibe ev hevdîtin bandora xwe li ser sîyaseta Tirkîyê veda û rewşa sîyasî ya şidandî ber bi rewşeke nerm ve anî.

Parlamenterê CHP’ê yê Enqerê Tekîn Bîngol ev hevdîtin ji Dengê Amerîka re nîrxand. Li gor Bîngol, bingeha vê lihevrûniştinê di 31 Adarê de pêk hatiye.

Bîngol dibêje, “Piştî 31 Adarê li Tirkîyê rêbayeke nû destpêkir. Hêzên desthilatdar hertim zimanekî dijwar û cûdaxwaz bikar dianîn. Em dixwazin Tirkîyeyeke ku aştî, biratî û hevgirtin hebe. Jiber vî jî ev hevdîtina ku îro pêk hat girîng e. Ez bawer im ev yek jî li Tirkîyê dê hewayeke nû bide destpêkirin.”

Lihevrûniştina Erdogan-Ozer nêzîk 1 saet û 35 deqe berdewam kir. Di hevdîtinê de guherandina destûra bingehîn, rewşa aborîya Tirkîyê, qeyrana darazîyê, polîtîkayên der û hin babetên din hatine niqaşkirin.

Li ser desthilatîya AKP’ê 22 sale borî, di nav van salan de eva 3’emîn serdana CHP’ê ya li AKPê ye. Pisporên sîyasî vê serdanê gelek girîng dibînin, lê hin ji van jî vê hevdîtinê wek taktîkn Erdogan şîrove dikin.

Zanyarê Sîyasî Tanju Tosun ji Dengê Amerîka re ev hevdîtin nîrxand. Tosûn vê lihevrûniştinê wek vekirina rêya dîyaloge rave dike.

“Jiber ku partîyên sîyasî li Tirkîyeyê pir bûne; sîyaset li ser dost û dijmintîyê hatiyeavakirin. Ev hevdîtina ku di navbera Erdogan û Ozer de pêk hat, ez wek ji nû ve vekirina kanalên dîyaloge dibînim. Ku di navbera desthilatî û opozîsyonê de ev rê hatibûn girtin jiber vî jî serdana Ozer girîng e.”

ED_05_03_2024_Erdogan_Ozel
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:29 0:00
XS
SM
MD
LG