Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Daxuyaniyên Wezîrê Derve yê Îraqê di Hevpeyvîna Taybet ya Dengê Amerîka de


Fuad Hussein Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê 26ê Adarê, 2024. Washington (Photo by Kent Nishimura / AFP)
Fuad Hussein Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Îraqê 26ê Adarê, 2024. Washington (Photo by Kent Nishimura / AFP)

Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Iraqê Fûad Husên di hevpeyvîneke taybet de bo Dengê Amerîka rewşa li Îraq û têkiliyên aloz yên hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Navendî ya Bexda nirxand

Husên got, "Divê Wezareta Petrolê ya Iraqê ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê rêkeftinek demkî bike ji bo destpêkirina hinartina petrolê."

Fûad Husên got, "Tiştê ku em fêm dikin ew e ku lêçûna derxistin û barkirina nefta [Herêma Kurdistanê] 25 dolar e... kompanî qebûl nakin ku li şûna nêzîkî 25 dolaran bo her bermîlekê... 6 dolaran bistînin."

Wezîrê Derve yê Iraqê ku niha bi serdaneke fermî li Washingtonê ye, daxwaz kir ku di navbera Hewlêr û Bexdayê de “bi guhertina yasaya bûdceyê were çareserkirin.” Lê di heman demê de amaje bi wê yekê jî kir ku guhertinên yasaya bûdceyê niha ji ber pirsgirêkên li parlamentoya Iraqê piştî dûrxistina serokê parlamentoyê aloz bûne.

Di bersiva pirseke Dengê Amerîka de Husên got “Werin em çareseriyeke din bibînin ku wezareta petrola Iraqê bi Herêma Kurdistanê re rêkeftineke demkî çêke heta ku yasa tê guhertin."

Daxuyaniya Wezîrê Derve yê Iraqê di demekê de ye, ku roja 25-3-2024, salek bi ser rawestandina hinartina petrolê bi rêya bendera Tirkiyê re derbas bû, piştî biryara Dadgeha Navdewletî ya dadgeha navbeynkarî li Parîsê biryarek di berjewendiya hikûmeta Iraqê de dabû.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) roja Sêşemê ragihand ku bendên nerewa yên yasaya bûdceyê proseya destpêkirina hinartina petrolê zêdetir aloz kiriye.

Hevpeyvîna Taybet bi Wezîrê Derve yê Îraqê Fûad Husên re
please wait

No media source currently available

0:00 0:14:52 0:00
XS
SM
MD
LG