Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Goran Dibêje Ger PDK Beşdarî Hilbijartinên Nebe, Reng E Nehêle li Hewlêr û Duhokê Hilbijartin Çêbin


Endamê Desteya Kargerî ya Tevgera Goranê, Sefîn Mela Qere îro Pêncşemê got ku ger Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) hilbijartinên parlamê boykot bike, ewê rê nede ku prosesa hilbijartinê li Hewlêr û Duhokê bi rêve biçe.

Mela Qere, ku endamê şanda Goran ya jibo hevdîtina bi PDK’ê bû, li ser civînê ji Dengê Amerîka re got ku ti daxwazên nûnerîn PDK'ê tunebûn û wan ji me re dîyar kir ku çima beşdarî hilbijartinê nabin.

“Ger hilbijartin li Hewlêr û Duhokê neyên kirin, ne pêkan e ku li Silêmanî û Helebceyê jî werin kirin. Lê, ger PDK rê li hilbijartinan bigire, hikûmeta Îraqê û dadgeh wê helwestên xwe nîşan bidin,” rêvebirê Tevgera Goranê got.

Mela Qere bi bîr xist ku serokê PDK’ê Mesûd Barzanî do ji balyoza Amerîka li Îraqê Alina Romanowsky re gotîye ku ew hilbijartinan boykot nakin, lê Mekteba Sîyasî ya PDK’ê ragihandibû ku ew naxwazin beşdarî proseseke neqanûnî, nedestûrî ya bin sîya sîstemeke ferzkirî beşdarî hilbijartinan bibin.

Ev daxuyanî di demekê de hatibû ku 10’ê Hezîrana 2024’ê wek roja hilbijartinên parlamana Kurdistanê hatibû danîn û ew bijartin wê ji alîyê Komîsyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartinan ya Îraqê ve were kirin.

Mela Qere dîyar kir ku ew bawer nake ku PDK hilbijartinan boykot bike jiber ku gaveke wiha wê bandoreke neyînî li ser sazîyên herêmê bike û valahîyeke destûrî derxîne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Dadgeha Federal ya Îraqê di 21ê Sibata 2024’an de sîstema hilbijartinê guhertibû û ji yek devera tekane qilûpandibû çar deveran cihê û ji 111 kursîyên parlamanê 11 heb betal kiribûn ku jibo kêmanîyan hatibû veqetandin.

XS
SM
MD
LG