Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Çawa Kongresa Welatê Xwe Dibînin?


Avahîya Kongresa Amerîkî.
Avahîya Kongresa Amerîkî.

Çendîn sal in ku Amerîkî ji karê saziyên hikûmeta Federal, bi taybet Kongresê ne razî ne. Rawergirtinên giştî yên herî dawî li Mijdara 2023'an nîşan didin ku rêjeya pesendkirina karê Kongresa 118an ku li 3'ê Rêbendana 2023an dest bikar bû, di navbera 13-15 ji sedî ye.

Kongresa Amerîkî ya 535 endam ji du civatan pêk tê. Civata Senatoyê 100 endam e. Her yek ji 50 wîlayetên Amerîka 2 endam hene. Niha ew bi piraniya Demokratan e 51 endam hember 49 Komariyan.

Civata Nûneran 435 endam e. Dabeşkirina hejmara wan li ser mezinahiya hejmara rûniştvanên her wîlayetekê dimîne. Her 2 salan carekê tevahîya endamên wê tên hilbijartin. Niha ew bi piraniya Komariyan e bi 221 endam hember 213 Demokratan e.

Bi berê xwedana bûyerên girîng yên 2023'an di Kongresê de, dibe ku ronahiyê bêxe ser xembarîyên Amerîkiyan ku ji nûnerên xwe ne razî ne.

Kongrêsa 118an Kêm Kiryar bû

Amerîkî dibêjin, bi qasî ku nûnerên wan hizra berjewendiyên xwe dikin ew hind ne di xema civakên xwe de ne. Bi qasî ku herdu partî mijûlî bêrûmetkirina hev in, ew hind xwe mijûlî vedîtina mekanîzmên lihevhatinê ne li ser mijarên kêşedarên civakên Amerîkiyan. Bi qasî ku her endamek kar jibo nûhilbijartina xwe dike, ew hindê xebatê jibo berjewendiyên niştimanî nake.

Di 2023an de, hejmara herî kêm ya qanûnên pesendkirî ji Civata Nûneran derketin. Heta hefteya dawî ya salê di 700 dengdanan de, Kongresê bi tenê 329 pêşnivîsên qanûnan pesend kirin. Lê Serok Joe Biden bi tenê 27 ji wan îmze kirin û bûn qanûn. Di 2022'an de, 686 pêşnivîsên qanûnan pesend kirin, 284 ji wan bûn qanûn. Civata Nûneran herweha pênc biryar ji bo pûçkirina biryarên ku Biden veto kiribû, pejirand.

Serok Biden ligel kurê xwe Hunter.
Serok Biden ligel kurê xwe Hunter.

Li jêr fişara parêzkaran, Civata Nûneran ya bi piraniya Komariyan li 13'ê Berfanbarê deng da jibo vekirina lêkolînekê li ser îdîayên kû serok Joe Biden qezenc ji kardariya kûrê xwe Hunter kiriye ku bi sedema nav û desthilata Biden wî qezencên mezin kirine. Lê Demokrat dibêjin jibo wê prosesê bi mebesta derxistina Biden ji Koşka Sipî, Komariyan çi belge li ser van îdîayan nîşan nedane.

Ev lêkolîn dê demeke dirêj û bala Amerîkiyan di sala hilbijartina li 2024an bikişîne ser xwe û dê xerciyeke mezin jê re were terxan kirin, li dema ku ew wek tole ya împîçkirina serokê berê yê Komarî Donald Trump tê dîtin.

Bê guman bi pêkhatê niha yê Kongresê, heta eger Civata Nûneran bi piraniya Komariyan gunehbar bike, Civata Senatoyê bi piraniya Demokratan dê her biryarekê di vê mijarê de pûç bike.

Dûberekîya di nav Komariyan de

Kevin McCarthy.
Kevin McCarthy.

Her ji destpêka Kongresa 118'an li 3'ê Rêbendanê, nakokîyên Komarîyan hebûn li ser hilbijartina rêberê xwe, serokê Civata Nûneran ku xwedî desthilata sêyem e piştî Serok Biden û cîgira wî Kamala Harris.

Pistî 15 carên dengdanê di pênc rojan de û piştî xwe xistî bin barê jiberdanan û şertên çend hevkarên xwe yên zêde parêzkar yên Komarî, Kevin McCarthy bû serokê civatê. Ew cara yekê bû ku serokê Civata Nûneran ne di roja diyarkirî de were danîn.

Cara yekê bû di dîroka Kongresa Amerîka de ku şertek were pejirandin ku yek endamî desthilat hebe pêşniyaza dengdanê jibo derxistina serokê civatê bike. Li meha Îlonê bi pêşniyaza yek ji wan endamên parêzkar, McCarthy ji posta xwe hate hilanîn.

Civata Nûneran 12 rojan bê serok ma. Di 25'ê Cotmehê de, Mike Johnson Komariyê Wîlayeta Louisiana hat destnîşan kirin. Ew cara yekê bû ji sala 1962an ve Kongres bi tenê mijûlî hilbijartina serokê xwe be.

Komarîyên parêzkar dibêjin ku McCarthy jiberdanan jibo Rêvebiriya Biden ya Demokrat dike dema ku qayîl bû ku mijara alîkarîya Ukrayna ji pirsa penaberên neqanûnî cûda bike.

Her çawa be, Kongresê dev ji hewildanên xwe berda ji bo bilezkirina gihandina alîkariya leşkerî ji Ukraynayê re berî dawiya salê, ji ber ku Komariyan xwest wê bi guhertinên siyaseta koçberiyê ve girê bidin.

Sal bidawî hat û Kongirêsê bûdceya 2024'an pesend ne kir. Lê dû caran rê li girtina hikumetê girt heta destpêka sala nû. Digel wê jî hêşta tirsa daxistina hikumeta Fedral her heye.

Şermezariyên Kongresa 118'an

Senatorê Demokrat Bob Menendez.
Senatorê Demokrat Bob Menendez.

Piştî vekolînekê li meha Îlonê, Senatorê Demokrat yê wîlayeta New Jersey, Bob Menendez, bi wergirtina bertîlên diravî, zêr û otomobîlek giranbuha ji sê karsazên New Jersey hat tawanbarkirin. Bi wan bertîlan wan dixwestin alîkarî û bandora wî li ser karûbarên derve bikar bînin. Menendez wan sûcan red dike, lê li ber e li 6'ê Gulanê bikeve pêş dadgehê.

Endamê berê yê Civata Nûneran George Santos
Endamê berê yê Civata Nûneran George Santos

Di 1'ê Berfanbarê de endamê Civata Nûneran yê wîlayeta New Yorkê George Santos ji Civatê hat derxistin, ji ber binpêkirinên bi zanebûn û bi mebest, mîna tawanên dizî û find û fêlan. Santos bi dengdana Civatê hat derxistin, jiber ku wî alîkariya diravî ya piştevanên Komarî ji kempeyna hilbijartina xwe re bo mebestên xwe xerc kiriye.

Pêkhatê Kongresa 118'an di 2024'an de

Pispor pêşbînî dikin ku karê Kongresê di 2024'an de ji karê wê di 2023'an de baştir nabe, jiber ku divê ew biryaran li ser mijarên girîng bide, mîna penendkirina budceyê, projeyên aborî, parastina sînorên başûrê welêt, alîkariya Ukrayna, Îsrael û Taiwanê.

Eger çi pêşbîniya guhertinan tê kirin, lê her çawa be dê bi piraniya Komariyan bimîne heta dawiya 2024'an. Ew guhertinên biçûk dê bi sedema valakirina cihên 4 enadamên Civata Nûneran be; derxistina George Santos û biryara destjikarkêşana serokê berê yê Civatê Kevin McCarthy, Bill Johnson yê Komarî ji wîlayeta Ohio û Brian Higgins yê Demokrat ji New Yorkê. Jibo dagirtina cihên wan yên vala dê di 2024'an de hilbijartinên taybet werin kirin.

XS
SM
MD
LG