Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îraq di Navbera Hevsengîya Amerîka û Rûsya de


Russia Iraq
Russia Iraq

Piştî salekê di desthilatê de Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şeaya al-Sûdanî vê hefteyê serdana Rûsya kir û ligel serok Vladimir Putin civîya. Her du rêberan pesna hevkarîya di navbera welatên wan de li koma OPEC+ ya welatên serekî yên berhemhênerên neftê da û gotin ku hevkarîya wan alîkarîya aramkirina bazarên enerjîyê kirîye.

Çavdêr bawer dikin ku Sûdanî serkeftî bû dema serdana xwe ya Moskowê di çarçoveya hevkarîya aborî de û di warên petrol, enerjî û weberhênanê de sînordar kir. Wî xwe dûr ji sîyaseta cemsergîrîyî ragirt û rêz li destewajeya xwe (Dîplomasîya Berhemdar) girt ku wî soz dabû di sîyaseta derve ya hikûmeta xwe de peyrew bike. Wî piştevanî li Rûsya di şerê dijî Ukraynayê de nekir.

Nêzîkî 80 salan e ku Moskow û Bexda peywendî hene. Lê bêtir ji 50 salan e ku ew peywendî di heman asta hevkarîya bazirganî, enerjî û peymanên çekan de mane.

Putin, di dema civîna bi Sûdanî de got ku şîrketên wan kardarîya bi nêzîkî 19 mîlyar dolaran li Îraqê dikin.

Mark N. Katz, profesorê zanistên sîyasî li Zanîngeha George Mason li Amerîka, bawer dike ku Moskow jî ne li benda tiştekî mezintir ya mîna piştevanîya Bexdayê bi heman astê piştevanîya Tehranê ya di şerê Ukrayna de.

Prof. Katz dibêje ku Rûs kêfxweş in ku Îraq amade ye bi wan re kar bike weke çawa Rûsya welatekî normal e ew tenê jibo vê yekê ewê qencîya Îraqê nas bikin.

Anna Borshchevskaya, lêkolera Enstîtuya Washington û taybetmenda sîyaseta Rûsya li Rojhilata Navîn dibêje ku Rûsya bi hêvîya peydakirina dostan e.

“Heta eger nebin hevalbendan jî, her welatekî pêwendîyan bi wan re ava bike, bi taybetî li ser şirîkên Washingtonê bandora Amerîkî li ser wan kêm bike.”

Di destpêka 2023an de, Sûdanî serdana Fransa û Almanyayê kir û rêkeftinên kertên enerjî û weberhênanê yên mezin bi hikûmetên wan re mor kirin. Lê serdana wî ya Rûsya bi dîtina hinek şarezayan hinekî giran bû ji tirsa torekirina Amerîkîyan di vê demê de ku serok Joe Biden ew di dawîya salê de vexwend Koşka Sipî.

Katz dibêje ku reng e bêalîbûna Sûdanî bi cûdahîyên jeopolîtîk re di serdana Moskowê de bibe sedem ku Amerîka jî hizra karekî baştir ji Îraqê re bike, hem “wek pêşbirkîyê ji berjewendîyên xwe re û hem jî ew haydar bin ku Îraqê ji dest nedin.”

Rastîyek din heye ku Borshchevskaya ronîyê tîne ser. Ew jî ew e ku “hevbendên Amerîka li Rojhilata Navîn hesaba cemserek zilhêz ji Rûsya re dikin û di peywendîyên xwe de tim hevsengîyên têkilîyên baş bi Amerîka, Rûsya û niha Çînê re jî, radigirin.”

Eger rehendê peywendîyên Washington û Bexdayê ne baş dîyar bin jiber cûdahîyên di nav pêkhatên Îraqê bi xwe de, lê di nav sazîyên sîyasîyên Îraqê de bawerîyek peyda bûye ku piştî serdana Moskowê, Koşka Sipî jî dê cihê Sûdanî xweş dike.

XS
SM
MD
LG