Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Îranê Kêşeyên Firînên bi Rêkên Esmên Zêdetir Kirin


Bi êrîşên muşekî û dronî yên Îranê yên dijî Îsraîlê firînên di navbera Ewrupa û Asya de kêm bûn û îro Duşemê firokên kompanîyên cîhanî jî bi derengî rabûn.

Îranê pirtir ji 300 muşek û dron firandin ku Îsraîlê piranîya wan bi sîstema berevanîyê ya bi piştgirîya Amerîka xistin, lê wan êrîşan di sektora firînan de kaos çêkir.

Di du rojên dawî de, bi dehan kompanîyên firînê, ku di nav de Lufthansa, Qantas, United Airlines û Air India mecbûr man ku firînên xwe betal bikin yan jinûve çêkin.

OPSGROUP, ku rêkên esmên û firîngehan dişopîne, ragihand ku ji êrîşên 11’ê Îlonê ya 2001’an vir ve cara pêşî rewşeke wisa mezin çêdibe.

Rêberê OPSGROUP’ê Mark Zee dîyar kir ku ji êrîşên 11’ê Îlonê vir ve ti car rêkên esmên wisa demûdest nehatine girtin û got ku ev rewş jî kaosê çêdike.

Zee got ku dibe ku rewşa kaosê ya li rêkên esmên çend rojên din jî bidome.

Sektora firînê berê jî jiber şerê Îsraîl û Hamasê û yê Rûsya û Ukrayna hin firîn sînordar dikirin ku bi sînordarkirinên dawî derbeke din li wê sektor dikeve.

Zee dîyar kir ku esmanê Îranê ji alîyê wan kompanîyan ve tê karanîn ku di navbera Ewrupa û Asya de difirin û got ku ewê niha bi rêkên ji Tirkîyê û yan Misir û Erebistana Saudî werin sînordar kirin.

Îsraîlê rêka esmên roja Şemîyê girt û do Yekşemê jinûve vekir.

Urdun, Îraq û Lubnanê jî ragihandin ku wan rêkên xwe yên esmên vekirine.

Emirates Airlines, Qatar Airways, Etihad Airways ku li Rojhilata Navîn kompanîyên navdar in, do Duşemê ragihandin ku wan hin firîn betal kirine, lê ewê karên xwe yên li herêmê bidomînin.

Analîstê rêkên esmên Brendan Sobie dîyar kir ku hîn ne diyar e ewê kaosên dawî bandorê li daxwazên ser firîna li esmên bike yan ne.

Sobie got ku ger pevçûn dewam bikin û girjî gurtir bibe ewê ser firîna bi rêkên esmên fikar çêbin, lê heta niha hîn tiştekî wsia nebûye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG