Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gelo DAIŞ Dîsa Vedigere? 


Piştî ku hêzên Îraqî Saadîya li Dîyala j iDAIŞê paqij kirine (24, 11, 2014)
Piştî ku hêzên Îraqî Saadîya li Dîyala j iDAIŞê paqij kirine (24, 11, 2014)

Heta berî êrîşa hefteya borî li bajarê Kirmanê yê Îranê ku koma DAIŞ’ê xist stûyê xwe, her kesî derketina pêla karên terorîstî bi şerê Îsraîl û Hamasê ve girê dida.

Bê gûman wan çend komên radîkal ku karên terorîstî di sê mehên derbazbûyî de li Îraq û Sûrîyê encam dane, dibêjin kiryarên wan bersiv e hember êrîşên Îsraîlê li ser Kerta Gazayê. Lê êrîşa Kirmanê bersiva wê pirsê da ka eger zemîne ji derketin û bihêzbûna DAIŞ’ê li Îraq û Sûrîyê amade ye yan na?

Dîroka tevgerên radîkal nîşan daye ku ew kom tim li benda delîveyê ne jibo ku derba xwe lêxin. Vêca eger niha ew kom şerê Îsraîlê li ser Gazayê û armanckirina rêberên Hamasê û rêberên komên din yên Şîa û Sunnî bê cûdahî, wek behane ji karên xwe re bikar tînin, rastî ew e ku ew vî şerî bikar bînin jibo tûrebûna giştî hember neyara xwe, Îsraîl.

Teqînên Kirmanê û kuştinên wê nîşanek e ku karên terorîstî ne tim kar vedene. Anku DAIŞ, eger piştrast be ku ew êrîş pêkînaye, bi gotina Dr. Weysî Çîya, lêkolerê beşê Têkilîyên Navnetewî li Zanîngeh Hebrew li Orşelîmê, “ew êrîş ne jibo piştevanîya Hamas û Filîstînîyan kirîye. DAIŞ qet ji Misilmana nexwestîye piştgîrîya Hamasê bikin.”

Dr. Weysî ji Dengê Amerîka re got ku “DAIŞ xwe wek rêxistineke navnetewî dibîne û serkêşa dehan rêxistinên li ser bingeha Îslama sîyasî hatine damezrandin. Ew bi taybet Hamasê weke komeke lokal bi piştevanîya Îranê, ku wek neyar tê dîtin, nas dike.” Lê wek her komeke radîkal, delîveyê jidest nade ku hat pêş, îca armanca wê Amerîka be, rejîmên Ereb û Îslamî bin yan xelkê bêguneh bin.

Zemîna serhildana DAIŞ li Îraq û Sûrîyê amade ye?

Eger DAIŞ şîyana pêkanîna kiryarên terorîstî yên wisa mezin û li bîrewerîyeke wisa hestîyar hebe di welatekî de ku tê gotin piştevana komên dijî Îsrraîlê ye, ev nîşanek e ku divê rayedarên Îraq û Sûrîyê du caran hizirên xwe bikin, çûnkî zemîn ji hemû alîyan ve, tenê şîyanên ewlekarî û xweparastinê nebin, tim jibo serhildana DAIŞ’ê amade bûne heta piştî tunekirina DAIŞ’ê jî.

Eger çi pêşbînîya serhildana DAIŞ’ê li Sûrîyê bêtir ji Îraqê heye, lê bi gotina Serheng Hemesaeed, Rêvebirê Bernameya Rojhilata Navîn li Enstituya Amerîkî bo Aştîyê li Washington (USIP), du pêşhatên sereke dê biryarder bin ji egera vegera DAIŞ’ê li Îraqê: “eger nakokîyên sîyasî û mezhebî zêdetir bibin û êrîşên vê dawîyê yên li ser leşkerên Amerîka û hevpeymanan bibe sedema vekişîna wan. valahîya li deverên bereyên şer di navbera hêzên Îraqê û Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê de dê bibin boşahîya herî mezin.”

Bi giştî di sala 2023’an de êrîşên DAIŞê li Îraq û Sûrîyê ji salên berê wê kêmtir bûn. Li Îraqê, DAIŞ’ê 141 êrîş kirin, hember 401 êrîşan di heman heyama sala 2022’an de, bi daketina %65. Li Sûrîyê jî, 112 êrîş, hember 292’an di 2022’an de. Anku 900 êrîş di 2023 hember 3,600’an di 2018’an de.

Lê, di sê mehên şerê Îsraîl û Hamasê de, rojane êrîşên bi çekên cûda û tektîkên cûda li ser hêzên Amerîka li Îraq û Sûrîyê tên kirin, jiber valahîyên ewlekarîyê. Ne her DAIŞ, lê belê komên radîkal yên cûda çalak in û berpirsîya wan êrîşan dixin stûyê xwe.

Bi bawerîya birêz Hemesaeed, eger vegera DAIŞê li Sûrîyê bêtir heye jiber çend sedeman: “berdewamîya kêşeyên hûkimranîyê, lawazbûna hêzên ewlekarîya dewleta Sûrîyê, kêşeyên civakî û aborî û mijûlkirina Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) ji alîyê Tirkîyê û grûpên ku ew piştgirîya wan dike.”

Dr. Janroj Yilmaz Keleş mamostayê Sîyaset û Têkilîyên Navnetewî li Beşê Yasayê li Zanîngeha Middlesex ya Londonê, dibêje, “îmkana ku DAIŞ ji nû ve xwe birêxistin bike û êrîşên mezin li Sûrîyê, bi taybetî li Rojhilatê Sûrîyê pêk bîne, gelek heye.”

Dr. Keleş bi birêz Hemesaeed re hevbîr e ki operasyonên berdewam yên artêşa Tirkîyê li dijî Kurdan li Rojava û Bakurê Sûrîyê, bala HSD’ê ji ser şerê li dijî DAIŞ’ê û parastina ewlehîyê li herêmê birîye.

Amerîka çawa dê bersivê bide?

Di îfadeya li pêş Komîteya Karûbarên Leşkerî ya Civata Senatoya Kongresa Amerîkî de li Adara 2023, Michael Kurilla, komandarê Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkî (CENTCOM) hişyarî da ku grûpên tundrê bi berdewamî gefeyan li ewlekarî û aramîya herêmê dikin.

DAIŞ hîn dikare operasyonên li herêmê pêk bîne, bi hêvîya ku derbazî derveyî Rojhilata Navîn bike. Her çendî ku hatîye têkşikandin, lê îdeolojîya xerab ya wê komê nehatîye sînordar kirin,” Kurilla wê çaxê got.

Kampa Holê, navenda girtîyên malbatên DAIŞ'ê, bêtir ji her cihekî nûneratîya wê îdolojîyê dike. Di wê kampê de nêzîkî 10,000 çekdarên DAIŞ’ê hene, ku 2,000 ji wan ji welatên din ji bilî Sûrîye û Iraqê ne.

Di Civîna Wezîran ya Koalisyona Navnetewî ya Tunekirina DAIŞê de li Erebistana Saudî li Hezîrana 2023’an, Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken daxwaza vegerandina wan kir jibo welatên wan bi mebesta dûrxistina metirsîya wan li ser herêmê.

Nevegerandina çekdarên terorîst yên bîyanî wê metirsîya dirûst dike ku ew dîsa çekan hilgirin û hewl bidin ‘Xîlafeta’ bi navê DAIŞê vegerînin civakên ku em jibo aramkirina wan û ji nû ve avakirina wan xebatê dikin, terorîze bikin, û li dawî dibe gefê li welatên me bikin,” Blinken got.

Serheng Hemesaeed, şîrovekarê USIP, ji Dengê Amerîka re got, “di sala 2023’an de raport hebûn ku DAIŞ’ê li herêmên di bin kontrola rejîma Sûrîyê de ji nû ve zindî bûye. Ev dever dê di sala 2024’an de weke armancên lawaz bimînin, nemaze eger piştgirîya Rûsî û Îranî ji rejîmê re kêm bibe jiber şerê li Ukranya û bandora herêmî ya şerê li Gazayê.”

Hemesaeed bawer dike ku metirsî li ser deverên di bin kontrola HSDê de dê kêmtir be heta ku Amerîka piştgirîya berdewam wan hêzan bike.

Di civîna havîna 2023’an de, li Erebistana Saudî ya taybet bi gefên cîhadîyan, Blinken kempêna bi navê Soza Dabînkirina Aramîyê ragihand ligel berdestkirina 601 milyar dolaran jibo pêdivîyên gelek lezgîn ku Sûrî û Îraqîyan bi xwe destnîşan kirine bi mebesta “çareserkirina kêmasîyên ku berê ji alîyê DAIŞ ve hatibûn bikaranîn, pirkirina valahîyan di hewcedarîyên xwecihî de, ji wana xizmetên bingehîn, perwerde, ji nû ve entegrasyona civakê, û dadgehkirina tawananên karên terorîstî.”

XS
SM
MD
LG