Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Navbera Îsraîlî û Hamasê de Şerê Dîl û Roketan


Neyarên Îsraîlîyan berî dostên wan bi êrîşa Hamas ya roja 7 Cotmehê li ser sedan armancan li Îsraîlê matmayî mane.

Rayedarên Îsraîlî ew weka êrîşa 11ê Îlonê ya ser Amerîka da naskirin. Kesên ku trejîdîyên mîrovan di hizra wan de mane, êrîşa Hamas wek ya DAIŞ’ê li ser Êzîdîyan hevber dikin.

Bi wê nîşanê, di rojekê de, di dema ahengeke muzîkê ya li başûrê Îsraelê, çekdarên Hamasê 260 xortên Cihû kuştin û çendên dîn jî dîl girtin.

Bi hemû pîvanan, vî şerî derdekî mîrovanî yê mezin peyda kirîye. Her kes matmayî maye jiber jimara mezina armancan di demekî gelek kurtê destpêkirina şerî de li sihara wê rojê û zîyana mezina wan gehandî, bi taybet sivîlên Îsraîlî li roja bêhinvedana wan.

Hamas bi xwe jî pêşbînîya van encaman nedikir ku cîhan hejandîye. Zêdebarî ku di wî demê kurt de, bi hezaran muşek avêtin bajarên Îsraîlê, Hamas bêtir ji sed Îsraîlî bi dîl girtine û gefa serbirîna wan dike, ger Îsraîl bê agahdarkirin bombarankirina avahîyên sivîlan li Gaza bike.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ragihand ku welatê wî di şer de ye û gefên bersiva herî tund da.

Netanyahu got ku Hamas şaştîyeke dîrokî kir. Îsraîlê ew devera Filistînî ya jêr desthilata Hamas de bi yekcarî daxistîye û hemû pêdivîyên jîyanê jê birîne.

Netanyahu sê armanc danîn pêş xwe: paqijkirina Îsraîlê ji cîhadîyên Hamasê, ku ketine bajarên Îsraîlê, wêrankirina navendên Hamas li Gaza û bikeve dû alîyên ku tilîyan wan di vê êrîşê de hebû.

Çima Hamasê Şer Destpê Kir?

Hamas, ku hêzeke Erebên Sûnî yên Filistînê ye, ji alîyê Amerîka û çendîn welatên Rojavayî ve wek komeleke terorist tê binavkirin û bi piştevanîya Îran hikumranîyê li Kerta Gaza dike.

Wê xwe careke dî xiste nav rûdanên cîhanê, piştî hatî jibîr kirin bi taybetî li hevdemê vegerandina peywendîyên dîplomatîk û bazirganî digel çend welatên Erebî û Misilmanan û hewlên vegerandina wan peywendîyan bi çend welatên dî yên herêmê re mîna Erebistana Saudî.

Di dema civînên Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê de, Serokê Îranê Îbrahîm Reîsî gote NBC News, "Em li dijî peywendîyên dualî yên di navbera welatên herêma me û rejîma sîyonîst de ne." Îranî bawer dikin ku bi normalîzekirina peywendîyan ¨Îsraîl ewlehîyê xwe li herêmê bi hêz dike."

Ev şerê ku Hamasê ji nişkêve destpê kir, di vê demê de hat ku rayedarên Îsraîlî bi mijarên navxweyî mijûl bûn, bi taybetî nakokîyên li ser desthilata dadgehan. Lê, tevahîya şîrovekaran li ser yek sedema vî şerî yekbîrin, ew bersiva Peymanên Abraham bû.

Dr. Weysî Çîya, nivîskar û lêkolerê beşê zanistên sîyasî li Zanîngeha Hebrew li Orşelîmê sedemekê din tîne ber çavan.

Projeya bazirganî bi serkêşîya Amerîka, xeta Hindistanê ser bi Erebistana Saudî û Îsraîlê re heta Ewrupa dê Îran, Rûsya û Tirkîyê li derveyî projeyekî bazirganî yê cîhanî bimînin

Bi hilkirina agirê vî şerî, Hamas xwest bêje, ¨em hene û bêyî me ne proseya aştîyê û ne jî projeyên aborî diçin serî.¨

Jonathan Spyer, rêvebirê lêkolînan li Foruma Rojhilata Navîn, ku li Orşelîmê dimîne, dûrtir diçe û armanca Hamas ya ser dema damezrandina wê girêdide.

Me hizir dikir ku Hamas fêrî hikumranîyê bûye û hesabên xwe guhertine, lê em şaş bûn. Hamas her ew Hamasa berê ye û li benda her delîvekê ye ku şer bike. Ew rêxistineke Cîhadî ya dijî Îsraîlê ye, lewan divê em matmayî nemînin, dema em bibînin ku her karê ku dike jibo wê armancê ye.¨

Rola Îranê û dîlên şer

Şîrovekarên sîyaseta Rojhilata Navîn hevbîr in ku tilîya Îranê di vêxistina vî şerî de heye, berovajî helwesta hikumetan, bi taybetî hikumeta Amerîkî ku dibêjin; belge nînin ku destê Îranê di vî şerî de heye.

Spyer dibêje, ¨Amerîka sîyaseteke nû hemberî Îranê peyrew dike û dev jê bernade heta eger belge jî li ser rolê Îranê hebin.¨

Dr. Çîya bawer dike ku Washington û Orşelîm bi fermî Tahran tawanbar kir ¨wê wextê ewê rasterast Îranê têxin meselê û dive ew rasterast şerî bi wê re bikin, koalisyonekê li dijî wê pêk bînin û êrîşî wê bikin. Niha ew wê naxwazin çinku ew dikare bibe şerekî cîhanî.¨

Bawerî heye ku di vî şerî de cîhan dê hewcedarî Îranê be jibo du erkên lezgîn;

1- Rêgirtinê li îmkana ku Hîzbullah yê Lubnanê jî bikeve şerî û berokê bakur li dijî Îsraîlê veke. Tê zanîn ku şîyanên çekdarî yên Hîzbullah ya Şîa ya Lubnanê bi piştevanîya Îranê gelek ji şîyanên Hamasê mezintir in. Armanca wê jî jinavbirina Îsraîlê ye.

2 - Bi gerxistina desthilata xwe li ser Hamas jibo silametî û pêguhertina dîlên şer. Koşka Sipî piştrast dike ku welatîyên Amerîkî jî di nav 150 dîlên şer de ne ku Hamasê di roja yekê ya şer de girtine.

XS
SM
MD
LG