Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Pirtir ji 200 Kes jiber Meşa 1'ê Gulanê ya Taksimê Hatin Desteser Kirin


Medyaya Tirkîyê radigihîne ku meş û mîtînga 1’ê Gulanê ya Stenbolê, ku dihat plan kirin li Taksimê li dar keve, hatiye asteng kirin.

AFP’ê da zanîn ku pirtir ji 40,000 polîs jibo astegkirina meş û mîtînga li Taksimê hatine erkdar kirin.

Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê dîyar kir ku di protestoyan de 217 kes hatine desteser kirin.

Baroya Stenbolê ragihand ku 4 parêzer jî hatine desteser kirin û banga berdana kesên desteserkirî kir.

Nîqaşên ser pîrozbahîyên li Taksîmê çend roj in di rojeva sîyaseta Tirkîyê de bû.

Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Ozgur Ozel got ku wan bi Wezareta Navxweyî re danûstandin kirine, lê ti encam bi dest wan neketiye.

Rojek berî 1’ê Gulanê, Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan gotibû ku eşkere ye ku israra ser mîtînga li Taksimê ne nîyeteke rind e.

Platformên karker û kedkaran DÎSK û KESK tevî CHP’ê jibo ber bi Taksimê ve bimeşin li Saraçhaneyê li pêş avahîya Bajarvanîya Stenbolê kom bûn.

Polîsên Stenbolê li Buzdogan Su Kemeriyê barîkat danîn.

Ozel li Saraçhaneyê bi preskonferansekê dîyar kir ku astengkirina meş û mîtîngê li gor qanûna bingehîn sûc e.

Wî dîyar kir ku cîhê dîrokî yê pîrozbahîyên 1’ê Gulanê Taksîm e û biryareke Dadgeha Qanûna Bingehîn ya sala 2023’yan bi bîr xist.

Piştî demeke kin, kortej ji Saraçhane ber bi Taksîmê ve bi rê ket û hewil da barîkatê derbaz bike.

Hin koman hewil dan ku bi flamayan rê vekin û Polîsan bi gaza îsotan û guleyên plastîk mudaxale kir.

Sekreterê Giştî yê DÎSKÊ Arzu Çerkezoglu ji AFP’ê re got ku wan nîşan daye ku ew dixazin li Taksîmê 1’ê Gulanê pîroz bikin.

DÎSK dîyar dike ku Taksim sembola pîrozbahîyên 1’ê Gulanê ye.

Ew sendîka bi bîr dixe ku 1’ê Gulana 1977’an li Taksimê 34 kes hatine kuştin û dibêje ku ew cih ji 1997’an vir ve di dilê wan de birîn e.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkîyê Alî Yerlîkaya jibo polîsên Stenbolê peyameke pîrozkirinê weşand.

Yerlîkaya dîyar kir ku polîsan rê nedaye ku meş û mîtîngên ne qanûnî çêbin.

Wî da zanîn ku li seranserê Tirkîyê li 78 bajaran 210 çalakîyên 1’ê Gulanê çêbûne û 28 polîs birîndar bûne.

Jêder: Gazete Duvar, NTV, Arti Gerçek

XS
SM
MD
LG