Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Cihû Çawa li Şerê Îsraîl û Hamasê Dinêrin?


Xwepêşandaneke Kurdên Cihû ya jibo piştgirîya Rojava 12/10/2019 Orşelîm
Xwepêşandaneke Kurdên Cihû ya jibo piştgirîya Rojava 12/10/2019 Orşelîm

Kurdên Cihû li Îsraîlê heman bawerîya hikûmeta Îsraîlê heye ku êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê ser Îsraîlê karekî teror'stî bû û encama wê êrîşê wê şerekî giran li Kerta Gazayê be.

Serokê civaka Kurdên Cihû li Îsraîlê, Yahuda Ben Yosef dibêje ku Hamas rêxistineke cîhadî ye û armanca wê kuştina Cihûyan û tunekirin Îsraîlê ye jiber vê şerê tunekirina vê komê rewa ye.

“Ev şer pêdivî ye ku şîyana Hamasê nebe ku careke din êrîşan ser welatê me pêk bîne. Xortên gelek malbatên Kurdên Cihû niha xizmeta artêşa Îsraîlê dikin û piranîya wan beşdarî şerê dijî Hamasê dibin. Ewên li derve jî alîkarîyan dişînin,” Ben Yosef ji Dengê Amerîka re got.

Yehuda Ben Yosef di xwepêşandanekê de xuya dibe
Yehuda Ben Yosef di xwepêşandanekê de xuya dibe

Rêberê civaka Kurd texmîn dike ku nêzî 200,000 Kurdên Cihû li Îsraîlê dijîn û ew ji çend welatên Rojhilata Navîn, herî zêde ji Kurdistana Îraqê hatine. Ew di dem û qonaxên cûda de û li deverên cuda yên Îsraîlê bi cîh bûne.

Ben Yosef, Hamasê bi koma tindrê Dewleta Îslamî (DAIŞ) berhev dike û dixwaze cîhanek helwesteke xurt li dijî wê nîşan bide.

“Çawa ji bilî tunekirina DAIŞ’ê bijareya cîhanê tunebû, Îsraîlê jî ti bijare ji bilî tunekirina Hamasê nîne. Em ber 25 salan Gazayê derketin û ew bû herêmeke xweser, lê li şûna xizmeta gelê xwe bike, Hamasê tunelên binerdê jibo amadekarîyên şer û êrîşan dijî sivîlên Îsraîlê kolan. Eger niha me hikûmeta Hamasê tune kir, xelkê Gazayê dê delîveya guhertinê hebe. Wê demê Îsraîl dê amade be aştîyê bi Filîstînîyan re pêk bîne.”

Lê xwepêşandan li dehan welatên cîhanê derketine jibo piştevanîkirina Filîstînîyan û şermezarkirina kuştina sivîlan li Gazayê.

Neteweyên Yekbûyî banga agirbestê dike û ji Îsraîlê dixwaze ku dorpêçkirina Gazayê bi dawî bîne û rê bide veguhestina alîkarîyên mirovahî.

Yehuda Ben Yosef û çend Îsraîlîyên din bi ala Kurdistanê
Yehuda Ben Yosef û çend Îsraîlîyên din bi ala Kurdistanê

Gelek alî dixwazin Hamasê, ku wek rêkxistîyek terorîstî ji alîyê Amerîka û çend welatên Rojavayî ve tê nasîn, ji gelê Filîstînê cuda bikin. Lê, şerê Îsraîlê jibo dûrxistina gefên li ser ewlekarîya xwe li dijî daxwazên Filîstînîyan e ku li ser erdê dagîrkirî dewleteke serbixwe dixwazin.

Serokê civaka Kurdên Cihû li Îsraîlê piştevanîyê li çareserîya du dewletên bihev re – Îsraîl û Filîstînê – dike, lê Hamas tê de cîh negire.

“Bi heman şêweyê ku cîhanê rê neda DAIŞê ku li welatekî desthilatdar be, divê Hamas jî nebe beşek ji dewletekê,” Ben Yosef got.

Ew bi bîr dixe ku Îsrîal ew welatê bi tenê ye li cîhanê ye ku piştevanîya serxwebûna Kurdistanê dike.

Ben Yosef dîyar dike ku dîroka nû ya Kurdan mîna dîroka Cihûyan e ku li cîhanê berbelav bûne û bê welat in û Kurdên Îsraîlê bi serbilindî dibêjin ku dem hatiye ku deweta Kurdan jî hebe.

XS
SM
MD
LG