Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer Di Navbera HTŞê Û Rêjîma Sûrîyê De Berdewam E


Wêne ji Arşîfê ye
Wêne ji Arşîfê ye

Ji duh Şemîyê êvarê ve, Li gundewarên Helebê û Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê di navbera Artêşa rêjîma Sûrîyê û milîsên piştîvanên wê li alîyekî, û çekdarên oposizyonê bi Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ)ê li alîyekî din, şer û pevçûnên giran diqewimin.

Basil navê çalakvanekî yê ne rast e, ji navçeya Idlibê ye, ji Dengê Amerîka re agahîyên dor şerê ji doh Yekşemê ve eşekere dike.

Basil tekez kir ku HTŞê destpêkê li eniya rojavayê Helebê êrîşek bir ser artêşa rêjîmê li togaya 64an.

"HTŞê êrîşek li ser togaya 64an li rojavayê Helebê pêkanî, ku di encamê de HTŞê dest danî ser tangekê û yek din jî rûxand,her wiha çend leşkerên rêjîmê hatin kûştin,"Çalakvan got.

Piştî êrîşa HTŞê, rêjîma Sûrîyê bi rokêt û dironên mayînkirî bersiv da.

Basil tekez kir ku deverên oposizyonê û HTŞê li çîyayê EL-Zawîya bi rokêtan hat armanckirin.

"Rêjîmê jî gelek xal armanc kirin, li Çiyayê EL-Zawiyê û navçeya Alqitêra heya ber bi Biniş, Kefer Nûran, û Maaret El-Noman ve li rojavayê Helebê bûn armanca rokêtên rêjîmê,"Wî got.

Ji bilî rokêtan, Basil tekez kir ku rêjîma Sûrîyê bi 9 dironên mayînkirî bajarokê Etaribê armanc girt.

Lê li gorî Çavdêrîya Sûrî ya Mafê Mirovan (SOHR), di encama êrîşên dronan de bêtirî 25 kes hatin kuştin û birîndarkirin.

Şopînerê rewşa leşkerî li Sûrîyê û generalê berê yê artêşa Sûrîyê Ehmed Rehal di daxuyanîk nivîskî de ji bo Dengê Amerîka anî ziman ku pevçûnên demkî ev 4 meh in berdewam in.

"Sedemên rastrast ji gurkirina şer re tune ne, lê her alîyek dixwaze bêje ew bihêz e û ji bo şerê berfireh amade ye," Rahal got.

HTŞê ku navê wê yê berê Cebhet El-Nusra bû, û şaxê Sûrîyê yê rêxistina El-Qaîda ye, ji alîyê Amerîka ve wekî rêxistineke terorîst tê nasîn.

Ev demeke deverên jêr kontrola HTŞê li Idilibê xwepêşandanên nerazîbûnê derdikevin.

Rêvebirê SHORê Ramî Ebdulrehman ji Dengê Amerîka re tekez kir ku pevçûn bi renegekî serekî di navbera HTŞê û Rêjîma Sûrîyê de ne.

Li gorî rêvebirê SOHRê, EL-Colanî ku rêberê HTŞê ye dixwaze bi rêka pevçûnên bi rêjîmê re balê ji ser rewşa nerazîbûnên li Idilibê bibe.

"HTŞê dixwaze bi awayekî serbazî serweriya xwe li wê herêmê berferehtir bike bi armanca ku peyamekê navxweyî li deverên di jêr kontrola wê de nîşan bide ku ew şerê rejîmê dike,"Ebdulrehman got.

Heya dema amadekirina vê raporê jî, rewş li gundewarê Idlib û rojavayê Helebê hîn aloz e.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:01 0:00

XS
SM
MD
LG