Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurd Gotûbêjên li Dor TikTokê Çawa Dinirxînin?


Dema patforma medya civakî TikTok gotara Usama Bin Laden, rêberî kuştî yê El Qayde nû weşandin, pêlek din ya rexne û hêrisê li dijî wê platforma ByteDance ya teknolojîya înternetê ya Çînê derket holê.

Wê gotarê careke din bal kişand ser rexneya Bin Ladin li ser tevlêbûna Amerîkî ya di Rojhilata Navîn de û piştgirîya Îsraîlê.

TikTokê ew vîdyo û têkraya bersivên bi dûre htîn hilanîn, lê wê hin zîyan gihand radeya ku sîyasetvan û çavdêr daxwaza tevgerekê li dijî TikTokê bikin jiber ku dibêjin ew ciwanan radîkal dike.

Ev pêşhat hefteyekê bû piştî sêyemîn dinbeyta berbijên Komarî li 8ê Mijdarê jibo bidestxistina namzetê hilbijartinên seroktîya Amerîka.

Di wê miştûmira sîyasî de û di çarçovê sîyseta derve li hember Çînê de, bendkirina TikTokê mijareke gerim bû. Jiber ku rastî ewe, demeke mijarên teknolojî û peywendîyan jî ketine nava milmilanêya sîyasî û aborî ya Amerîka û Çînê.

Dema mijara qedexekirina TikTokê bikeve nêva gotûbêja sîyasetvanên Amerîkî li ser astên Kongrêsê û dîbeytên hilbijartinên seroktîyê, vêna yek wate heye, TikTok xwedîyê bandoreke mezin e û divê her kes hizra wê bike.

Çima Amerîkî dixwazin TikTokê sinordar bikin?

Eger li hinek welatan, sîyasetvan, oldar û çînên parêzyar dijberîya app'a medya civakî bikin ji tirsa têkdana mejîyê xortan û dab û nerîtên civakên wan, xema Amerîkîyan cûda û mezintir e.

Di demek kurt de piştî ku endazyarek Çînê ev app di 2016an de afirandin û di nav xortên seranserî cîhanê de navdar bûyî, TikTok bû beşek ji nîqaşek mezin a li ser bihêzbûna bandora Çînê di civaka Amerîka de û gihişt radeya ku sîyestvanên Amerîka TikTok bi metirsî li ser ewlekarîya xwe ya niştimanî bibînin.

Bingeha tirsa Amerîkîyan ji TikTokê, xurtkirina kanîna Çînê ye di warê sîxûrîyê de û herwisa dizîna data û zanyarîyên bikarhênerên Amerîkî de.

Di dîbeyta berbijêrên komarîyan de, Walîyê Florida Ron DeSantis got ku TikTok nîşan dide ku hevrrikîya Amerîka bi Çînê re ne tenê leşkerî û aborî ye, lê di heman demê de çandî ye.

Daxwaz jibo bendkirina vê platforma medya civakî li Amerîka li 2020an ji rêvebirîya serokê berê Donald Trump hat kirin. Di pêre rêvebirîya Joe Biden piştevanîya biryarek dûpartî ya Kongresa Amerîkî kir jibo ku li seranserî welat were bendkirin. Lê di dawî de rêvebirîya Biden karîbû fermanê bide ku ev app di sazîyên federalî de were hilanîn jibo ku datayên hikûmetê nekevin destê hikûmeta Çînê.

Kurdistan beşeke ji tora peywendîyên cîhanê

Di 4 salên pêşîn 2016 - 2020'an yên destpêkê de, 1 ji 3 bikarhênerên medya civakî li seranserî cîhanê ketin ser TikTokê. Li gor çend çavkanîyên komkirina pêzanînan, heta wê demê 3 mîlyar kes ew app dagirtibû.

Niha her mehekê mîlyarek kes li 141 welatan û bi 39 zimanan TikTok bikar tînin. 41% ji bikarhênerên wê xortên temen 16-24 salî ne. Heta 2022'an, sermayedarîya wê 75 mîlyar dolar bûn.

Sedema yekê ku van jimarên mezin yên xortan rûkirin TikTokê naveroka wê ya vîdyoyên kurt bû û dihatin weşandin ji hêla navdarên sitranbêj, ekter û semakeran ve.

Vêca bê guman di civakeke mîna civaka Kurdistanê de ku rêjeya bêkarîyê bilind e, aborî daketîye û sîstema sîyasî ne li gor daxwazên giştî ye, xortên Kurd dê werin rakêşan di nava her pêleke xurt a mîna TikTokê.

Berî TikTok jî navdar be û bi saya Facebookê, Kurdistan bibû beşek ji toreya peywendîyên nû ku têkraya cîhanê bi hev re peywendindarn dike. Niha jî çakî û xirabîya TikTokê bi giştî li ser bîrmendîya civakên Kurdan heye, hevşêweyê çakî û xirabîya wê ye li ser têkraya cîhanê.

TikTok sînorên civakan derbaz dike

Di civakên parêzyar de, dema pêleke nûkarîyê serî hildide, piranîya rêberên olî û sîyasetmedarên parêzyar hewil didin bala xortan ji ser nûkarîyê wergerîn in ser nirx û bihayên olî – ayînî û rewişt û nerîtên komelayetî. Ew bi wan pêweran nûkarîyê dikin sedema têkdana bihayên cîhgirtî yên civakê.

Dr. Mawlûd Mehmûd Ahmad Bradostî, mamostayê ay'nî û îmamê mizgefta Soran dibêje ku ayîn – ol nevêt guhertin bi ser civakê de werin û tim dixwazin sînor û rêkarên civakê parastî bin.

Lê em ji wan yên dîroka nû fêrbûne ku kes nikare rê li teknolojîya peywendîyan bigire li dema ku ew gel û kulturan nêzîkî hev bike û jiber ku tim xort têhnîyên nûkarîyê ne.

Jibo tekezkirina rastîya ku azadîya bîrkirinê û azadîya derbirînê qet bi yekcarî nakevin bin barê qanûnên sînordarkirî, Cemal Husên, lêkolerê civakî li wezareta Rewşenbîrî û Xortan yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê dibêje ku destlêdana medyaya civakî destlêdana azadîya raderbirînê ye.

“Rast e medya civakî karîgerîya xirab hebûye, lê ew jî weke tevahîya şêwazên din yên ragihandinê, yên mîna rojname û televîzyona ye.”

Wek bersiv jibo wan kesên dibêjin ku naverok û mijarên di TikTokê de tên nîşandan ligel civaka Misilman û Kurdan ne guncav e, Dr. Mawlûd dibêje ku tiştek nîne ligel civata Kurdan ne guncav be.

“Her pêşketinek yan her nûkarîyek dû layenî ye. Çakî û xirabîya medyaya civakî li ser şêwazê bikarînana wê dimîne. Çawanîya bikarînanê karîgerîya wê destnîşan dike.”

Gefa mezin handana bawerîyên radikal e

Xortên Kurd demên dirêj bi Tiktokê re derbaz dikin çimku bê kar in. Eve layenê lawaze sedema hinê ye ku xort dikevin jêr karîgerîya kesên ku wan dikin armanc.

Dr. Mawlud dibêje ku divê sinorên azadîyan dîyarkirî bin heta ku mirov jî parastî bimînin.

Ewên li dijî medya civakî, dixwazin bîr û bawerên xwe yên sîyasî, fikrî, têgehiştina xwe ji jîyanê re li ser civakê feriz bikin.

Cemal Husên dibêje ku bi dîtina wan her tiştî dijî wan baweran be jibo têkdana tor û nerîtên civakê ye. Lê bi rastî ew jî jibo mebestên xwe – belavkirina bawerên radikal- niha TikTok ê bi kar tînin.

Dr. Mawlud dibêje ku hemû mela û mamostayên olî li Kurdistanê platformên medyaya civakî bi kar tîn in. “Kêm ji wan yên bi temen ne bin, eger hemû melayan Facebook û TikTok û Instagram hene. Lê renge belaekirina bîr û bawerên tundrê li Kudistanê, ne bi astekê bilind be û demî be.”

Helbet her kes hevbîr e ku ne bi tenê TikTok, platforma handana formên cûda cûda yên tund û tûjîyê ye – li dijî jinan, dijî cender, dijî hevcinsxwazan, navzirandin û hereşe ye.

Karbidestên Hikûmeta Herêma Kurdistanê pênasînê dikin ku cîhê wan di hemû formên din yên ragihandin û medyaya civakî de her heye. Lê, rêgirtin li platformeke mîna TikTokê ji desthilata hikûmetê derketîye.

Çima TikTok nayê qedexekirin?

Hewlên qedexeya seranserî ya bikarînana TikTokê li Amerîka, Kanada û gelek welatên Ewrupî ser nakevin jiber maf û azadîyên giştî. Lê çima di civakên parêzyar de li welatên mîna Îraqê û Herêma Kurdistanê de, neyê bend kirin yan sînordar kirin?

Ji Tebaxa 2021an were daxwazên bendkirina TikTokê li Îraqê jî tên dan. Lê hewlên parêzyaran li parlamanên Îraqê û Herêma Kurdistanê jî ser negirtine.

“Li gor destûra Îraqê, mijara peywendî û teknolojîyayê û çawanîya serederîyê bi medyaya civakî re, girêdayî hikûmeta navendî ye. Ji bilî wê, ne me desthilata derxistina biryarên qedexekirinê heye û ne jî şîyanên teknîkî jibo rêgirtinê li TikTokê wek mînak,” Cemal Husên dibêje.

Rastîya ku hikûmetan ew desthilat nîne, cîhê dilxweşî ya parêzerên maf û azadîya bikarîn medya civakî ye. Amar û datayên hikûmeta Îraqê dîyar dikin ku Îraq bi Herêma Kurdistanê ve, yek ji welatên serê lîsta welatên cîhanê ye ku rêjeya bikarhênerên TikTok, lê bilind e.

Her dema mijara girtina TikTokê jî ket rojevê, karbidestên Îraqê wê mijarê têxin çarçoveyeke giştî de û hişdarîyê didin ku pêdivî ye bikarhênerên her platformek medyaya civakî di derbarê taybetmendin, nepenî û ewlehîya xwe de hişyar bin.

Pisporên medya civakî hevbîr in ku tevahîya platformên li ser înternetê, bazirganîyê bi data û zanyarirîyên bikarhêneran dike. Lê ma qey eve xema bikarhênerên Kurd yên TikTok ê?

Heta eger gencên Kurd ya gencên civakên din zanibin ku TikTok data û zanîyarîyên û taybetmendîyên wan kom dike, lê li hember wê jî, şarezayên TikTokê li Herêma Kurdistanê dibêjin, zêdebarî ku bûye çavkanîya dahatê hinek çalakvanan, li van salan gelek kes bazirganîya xwe di rêka TikTokê de dikin. Wê rêkên bazirganî û kirîn û firotinê kurt kirine û gihaye radeya kirîn û firotina otomobîl, erd û xanîyan jî.

Hêvîya lawaz haydarkirin e

Li gor hejmarên wezareta hatinûçûnê li Îraqê, 70% ji bûyerên otomobîlan peywendî bi mobaylê ve heye. Helbet 90% ji wê rêjeya bikarînana telefonan li dema ajotina otomobîlê, bikarînana platformên medyaya civakî ye.

Zekîya Seyîd Salih, Cîgira Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî li Herêma Kurdistana Îraqê, dibêje ku mijara karîgerîya xiraba TikTokê li ser civakên Kurdistanê bi cidî nehatiye wergirtin.

“Me bi tenê yasaya xirab bikaranîna teknolojîya û medya civakî heye. Ligel hindê jî em dikarin bi tenê li ser xelkê akincîyên Herêmê cîbicî bikin, yan eger Kurdekî pêşêlî kirî vegere Herêma Kurdistanê."

Lê Cemal Husên bawer dike ku qezencên TikTokê gelek ji xirabîyên wê bêtir in, lê jibo rêgirtinê li karîgerîya xirab ewa ku ji destê wan tê, rêkbêxina çalakîyên hoşdarîkirin û agahdarkirina xortan e di navendên werzişî û lawan de.

Dr. Bradostî bawer dike ku berpisyarîya malbatê ye zarokên xwe ji dem û şêwazê bikarînana Tiktokê, naverokê babetên wê û kesên tundrê haydar bike.

XS
SM
MD
LG