Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dibêje Ew Bazirganîya bi Îsraîlê re Disekinîne


Tirkîyê îro Înê ragihand ku wê bazirganîya bi Îsraîlê re sekinandiye.

Wezareta Bazirganî ya Tirkîyê bi bîr xist ku danûstandina bi Îsraîlê re 9’ê Nîsanê hatiye sînordar kirin û niha jî bi tevahî hatiye rawestandin.

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ser biryara sekinandina bazirganîya bi Îsraîlê re got ku gaveke wisa hewce bû.

‘’Hemî dewletên Rojavayî jibo Îsraîlê dixebitin. Me nikaribû zêdetir sebir bikira û me gavên hewce avêtin.’’

Tirkîyê 9’ê Nîsanê dabû zanîn ku firotina 54 berheman hatine sînordar kirin.

Erdogan wê demê gotibû ku sînordarkirin wê heta ku alîkarî bê asteng diçin Gaza bidomin.

Wezareta Bazirganî ya Tirkîyê dîyar kir ku trajedîya li axên Filîstînîyan girantir bûye û ew jî derbazî qonaxa duyê ya tedbîran bûne.

Wezîrê Bazirganî yê Tirkîyê Omer Bolat dîyar kir ku jiber çênebûna agirbestê û gefên Îsraîlê yên li Refahê ew derbazî qonaxa duyê ya tedbîran bûne.

Bolat dîyar kir ku jibo sekinandina bazirganîya bi Îsraîlê bandorê li Filîstînîyan neke ew danûstandinên teknîk didomînin.

Wî got ku jibo ku bi Îsraîlê re bazirganî jinûve destpê bike divê agirbesta mayînde were ragihandin û alîkarî jî bê asteng herin axên Filîstînîyan.

Desthilata Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jiber domandina bazirganîya bi Îsraîlê re ji alîyê muxalefet û hin komên din ve dihat rexne kirin.

Wezîrê Derve yê Îsraîlê Israel Katz ser biryara Tirkîyê bertek nîşan da.

Katz ser Erdogan got ku dîktator e û dîyar kir ku bê ku berjewendîyê gelê Tirk û karsazan bifikire peymanan binpê dike.

Wî dîyar kir wê aborîya Îsraîlê xurt bibe û ewê bi ser kevin.

XS
SM
MD
LG