Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jibo Trump 2023 Sala Tawanbarkirinan Bû, 2024 jî Dê Sala Dadgehkirinan Be  


Di 2023'an de, Serokê Berê yê Amerîka Donald Trump bû yekem serokê Amerîkî ku di dîroka 234 salî ya damezrandina welatî de, bi hejmarek bilind ya sûc û xetayên qanûnî were tawanbar kirin.

Li dema ku xebatê dike jibo careke din bibe namzetê Komariyan bo hilbijartinên serokatiyê li 2024'an û li pêşî û li serê lîsta berbijarên Komarî de ye, Trump rastî çar dozên qanûnî yên cûda tê. Ew çar doz girêdayî çalakîyên karsazî û sîyasî yên wî Trump in ku bi tevahî 91 tawan li dijî wî hatine tomar kirin.

Di 2024'an de, Trump û çend alîkarên xwe dê bikevin pêş 4 dadgehan. Gelek siyasetvan û pisporên yasayê pêşbînî dikin ku ew dozan bibin sedema zindankirina wî û dûrxistina wî ji hilbijartinan.

Doza Bertîla Bêdengkirinê

Di 3'ê Adara 2023'an de, Dozgerê Navçeya Manhattan ya New Yorkê, Trump bi 34 sûcên girêdayî tomarên karsaziyê yên sexte tawanbar kir. Trump li dadgehê amade bû û bû yekem serokê Amerîka di dîroka welatî de ku bi sûcek tê tawanbar kirin.

Dîmeneke nîgarkêşî ya Trump di dema amadebûna ya de li dadgeha New Yorkê.
Dîmeneke nîgarkêşî ya Trump di dema amadebûna ya de li dadgeha New Yorkê.

Vekolîneke çend salan di wan sextekariyan de gihişt wê encamê ku Trump bertîl daye Stormy Daniels, aktera fîlmên sêksî li hember bêdengkirina wê û peywendiya wê ya sêksî ligel Trump çend hefteyan berî hilbijartinên serokatiy yên 2016'an. Trump di wan hilbijartinan de seketibû.

Dozgerê gişti yê Navçeya Manhattan got, parêzerê taybetê Trump di Cotmeha 2016 de 130,000 dolar ji bo wê mebestê dane Daniels. Doz dibêje Trump ew pere wekî xercîyeke girêdayî kardarîya wî tomar kiribû. Li gor yasaya New Yorkê, sextekirina tomarên karsaziyê xeletiyeke lê ne tawaneke mezin e, lê ew dibe tawaneke mezin dema ku "bi niyeta xapandinê" be yan "bi mebesta tawaneke din" yan jî "jibo alîkarîya veşartina tawanake" din be.

Trump xwestibû ku vê dozê veguhêze dadgeha Federal, lê dadwer biryar da ku doz dê li dadgeha wîlayetê bimîne.

Di 25'ê Adara 2024'an de dê dadgehkirina Trump di vê doze de destpê bike.

Doza Belgeyên Nepenî

Di 9'ê Hezîrana 2023'an de, dadgheka wîlayeta Florida 37 sûcên tawanan rû bi rû Trump kirin, ji ber ku wî belgeyên nepenî ji Koşka Sipî veguhestibûn mala xwe li Mar-a-Lago û wî daxwazên hikûmetê ji bo vegerandina wan astengkiribûn.

Trump bi şikandina heft yasayan û bi 37 sûcan hat tawanbar kirin, ku her yek ji wan girêdayî serdagiritna bi sedan belgeyên hikûmetê yên nepenî bû ku diviya di Arşîva Niştimanî de werin parastin.

Di 8'ê Tebaxa 2022'an de, karmendên Buroya Vekolînê ya Federal (FBI) ketin Mar-a-Lago, mala Trump li Palm Beach, Florida. Tê gotin ku wan çendîn belge û dekumentên hestiyar yên girêdayî mijarên hestyar yên Amerîka û hevpeymanên Washington vegerandin.

Di 20'ê Gulana 2024'an de, Trump dê li dadgeha Fort Pierce, Florida, di doza serdagirtin û veşartina belgeyên nepenî de were dadgehkirin.

Doza Maytêkirina Hilbijartinên Georgia

Di 14'ê Tebaxa 2023'an de, dadgeha navçeya Fulton ya wîlayeta Georgia, Trump bi 13 tawanan gunehbar kir, tê de sûcên girêdayî hewildanên wî yên guhertina encamên hilbijartinên 2020'an li wê wîlayetê hebûn.

Di 2'ê Rêbendana 2021'an de, çar rojan berî ku Kongresa Amerîkî serkeftina Serok Joe Biden di hilbijartinên serokatiyê de pesend bike, di peywendiyeke telefonê de Trump fişarê li wezîrê karê derve yê wîlayetê dike da ku 11,780 dengên pêwîst ji wî re bibîne heta ku ew, ne Bide, bibe serkeftiyê wîlayetê.

Dozgeran got, Trump qanûna wîlayetê binpê kir dema wî ji karmendekî hikûmetê xwest ku sûnda wergirtina karê xwe binpê bike. Her yek ji wezîrên karên derve yên 50 wîlayetên Amerîkî berpirs e hember pesendkirina encamên hilbijartinan li wîlayeta xwe.

Di roja 5'ê Tebaxa 2024'an de dozgerên Georgia daxwaz dikin ku dadgehkirin doza maytêkirina encamên hilbijartina dijî Trump û 18 alîkarên wî destpê bike.

Doza Pîlankirina 6'ê Rêbendana 2021'an

Di 1'ê Tebaxa 2023'an de, desteya sûndxwaran li dadgeha Washington Trump bi çar tawanan sûcdar kir: pîlankirina find û fêlan, pîlankirina astengkirina rêûresmên fermî, astengkirina rêûresmên pesendkirina encamên hilbijartina serokatiya 2020'an, û pîlankirina li dijî mafan bi hewlên tepeserkirina welatiyan di mafê dengdana hilbijartinê de.

Di 6'ê Rşbendana 2021'an de û piştî gotareke Trump, piştevanên wî ber bi avahîya Kongresa Amerîkî ve çûn û prosesa pesendkirina serketina Biden di hilbijartinan de asteng kirin. Dijberên Trump dibêjin, ew mezintirîn êrîş û metirsî bû li ser prosesa radestkirina aştîyane ya desthilatê li Amerîka bû.

Di 4'ê Adara 2024'an, dadgeha doza pîlangêriya 6 Rêbendanê dê destpê bike, rojekê berî hibijartinên pêşîn yên bi navê (Super Tuesday) ku dê diyar bikin ka kî ji berbijêran bêtir piştevan hene da ku bibe namzetê partiya xwe jibo hilibjartinên serokatiyê.

Ji bilî van dozan, çend pirsên din yên qanûnî li dijî Trump, rêvebiriya kardariya wî û zarokên wî hatine tomar kirin.

Ligel her dozeke dijî Trump, rêjeya piştevaniya wî di nav partiya Komarî de bilind dibe. Trump û piştevanên xwe rêvebiriya Biden tawanbar dikin ku wan dadgeh û sîstema dadweriyê xistine xizmeta armancên xwe yên siyasî û tengavkirina neyarên xwe yên siyasî li dema ku hilbijartinên serokatiyê li 2024'an dê werin encamdan.

Eger were cezakirin di her yek ji wan dozan de, dibe ku li gor yasayan Trump ji beşdariya di hilbijartinan de were dûrxistin. Lewra parêzerên wî jî dixwazin ew dadgehkirin werin paşxistin heta piştî hilbijarinan li 5'ê Mijdara 2024'an.

XS
SM
MD
LG