Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serketina Dîrokî ya Trump li Iowa Nîşaneya Çi Ye?


Serokê berê yê Amerîka Donald Trump serketineke çaverêkirî lê serketinek bê wêne ya dîrokî bi dest xist di Komcivîna wîlayeta Iowa de, ku yekê qonaxa dengdanên pêvajoya destnîşankirina kandîdê Komarîyan jibo hilbijartinên seroktîya Amerîka bû.

Dengdana şeva Duşemê 15 meha yek, Sê record li Iowa şikandin; Sartirîn roja bi befir û qeşa ya vê dengdana giringa wîlayetê bû ku bibû sedema rêjeya kêma beşdaran; Serketina Trump bi rêjeya herî bilind a dengan 51.1%; Cûdahîya mezina 30% di navbera serketîyê yekê Trump û yê duyê Ron DeSantos, fermandarê Florida de ku 21.2% ya rêjeya dengan bi destxistin.

Nikki Haley, balyoza berê ya Amerîka li Netewên Yekbûyî û fermandara berê ya wîlayeta South Carolina li rêza sêyem bû bi rêjeya 19%.

Wan sê rekordan asta dilsozîya piştevanên Trump bilindtir kir, bi berçav girtina xala yekê ku bawerî hebû keş û hewayê befrîn dê rêgir be li pêş derketina piştevanên Trump û kêm ji wan dê rû bikin navendên Komcivînan.

Ew heyecan û dilsozîya piştevanên Trump li Iowa nîşaneke, bi gotina şarezayan, ku du qonaxên dî yên pêşbirkîyan dê refrandom be li ser pesendkirin yan retkirina Trump. Di qonaxa yekê de digel du berbijên partîya xwe DeSantos û Haley ku dibêjin; êdî Trump bi kêrî seroktîyê nayê jiber dozen qanûnî li dijî wî; û di qonaxa duyê de digel Joe Biden, ku li pêşe kandîdên Dîmokrata ye û dibêje; Trump metirsîye li ser demokrasîya Amerîka, tawan kirine û divê careke dî nekeve Koşka Spî.

Komarîyan dê bijarekî şûngirê Trump hebe?

Ji roja yekê ya derketina kempeynên berbijêrên partîya Komarî û heta derketina encamên dengdana Komcivîna Iowa, pirsa herî mezin ew bû ka kî jiberbijêrên Komarî dê, bidu Trump re, di rêza duyê de be?

Lê, cûdahîya mezin di nêvbera wî û DeSantos de, ew hevsengî jî bi qazanca Trump şikand bi wê watayê ku niha kes nikare cîhê Trump bigire.

Digel encamên ne bi dilê wan jî, DeSantis û Haley ji pêşbirkîyê derneketine û xwe jibo du dengdanên dî li New Hampshire li 23ê meha yek Çilê û South Carolina li 24ê meha 2 Sibatê amade dikin.

Ev du wîlayet yên herî giringin jibo ku berbijêr cîhê xwe dinav dengeran de bigrin û bikaribin berdewamîyê bi kempeynên xwe bidin heta bi gehin roja dengadana piranîya wîlayetên dî ya binavê Supper Tuesday ku dê dîyar be ka her berbijêrekî çend nûner dê di Kongreyê giştîyê partîyê de hebin.

Helbet berdewamîya kempeynan, bêtir girêdayî rêjeya piştevanîyê û şîyana bêtir bidestxistina alîkarîya diravî ye jibo xercîya û lêçona çalakîyên sîyasî ye li wan wîlayetan.

Nikki Haley ku di rawergirtinan de piştevanîya 30% ya Komarîyên New Hampshire heye û nêzîkî Trump e 42%, û du caran walîya South Carolina bû berî bibe destnîşankirîya Trump jibo nunertîya Amerîka li Netewên Yekbûyî, hêvîya herî mezin heye.

Eger ew bi serketineke mezin li wan du wîlayetan derkeve, eve dê tevgera dijî Trump dinav Komarîyan de bi hêz be ku ji alîyekî ew dozên qanûnîyên tawanbar kirina Trump wek kêmahîya partîya xwe dibînin, û bi alîyek din ve, dê hêvîyên wî baskekî Komarîyan bi hêz bike, bi wê watayê ku wan dê kandîdek xûrt hebe li hember Biden li hilbijartinên seroktîyê li 5ê meha 11 Mijdara 2024an.

Dozên qanûnî li dijî Trump dê biryarder bin?

Sibeha piştî şeva serketina xwe ya dîrokî li Iowa, Trump li dadgeha federalî ya Manhattan amade bû ku rastî tawana destdirêjî û navzirandinê dibe, xanimekî li dijî wî tomar kirîye. Jibilê vê dozê, sê dozên dî yên mezin li dijî Trump li dadgeha ne.

Bi tevahî di her çar dozan de, 91 tawan li dijî wî hatine tomar kirin û di sala 2024'an ya hilbijartinan de, Trump dê bikevin pêş 4 dadgehan.

Di 4'ê Adarê de li dadgeha Washington bi 4 tawanên girêdayî pîlangêrîya 6 Rêbendanê û êrîşa piştevanên wî li ser Kongirêsa Amerîkî. Ev dadgehkirin dê rojeke berî hibijartinên pêşîn yên bi navê (Super Tuesday) be ku dê dîyar bikin ka kî jiberbijêran bêtir piştevan hene da ku bibe namzetê partîya xwe jibo hilibjartinên seroktîyê.

Ew dê di 25'ê Adarê de bikeve pêş dadgeha navçeya Manhattan li New Yorkê bi 34 sûcên girêdayî tomarên karsazîyên sexte. Di 20'ê Gulana de, li dadgeha Fort Pierce, Florida bi 37 sûcên girêdayî doza desbiserdagirtin û veşartina belgeyên nepenî yên hikûmetê. Di 5'ê Tebaxê de li dadgeha navçeya Fulton ya wîlayeta Georgia bi 13 sûcên girêdayî hewildanên wî yên guhertina encamên hilbijartinên 2020'an li wê wîlayetê.

Trump piranîya wan dozan red dike û dibêje ku Biden sîstema dadwerîyê xistîye xizmeta sîyaseta partîya xwe, jibo tolhildanê li dijî neyarên xwe yên sîyasî. Lê, gelek sîyasetvan û pisporên qanûnî pêşbînî dikin ku dibe yek yan bêtir ji yekî a wan dozan bibin sedema zindankirina Trump û li dawî dûrxistina wî ji hilbijartinên seroktîyê.

Loma, di vê demê de ku çavê her kesî li berbijêrê şûngirê Trump e, Haley û DeSantos, du berbijêrên ku xwe jêre made dikin bi eşkereyî egerê cezakirina Trump dûrdêxin lê dibêjin; Trump dê kandîdê lawaz be li hember Biden jiber wan dozanên qanûnî.

XS
SM
MD
LG