Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kombûnên Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 78'an li New Yorkê


Hefteya radebilind a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ya 78'an li New Yorkê bi lûtkeyekê destpê kir, di demekê de ku hewildanên cîhanî dibin jibo Armancên Vewejandinê yên sala 2030'an ên Neteweyên Yekbûyî, ku rastî derengmayînên mezin dibin.

Armancên Vewejandina Berdewam, ku wekî SDG an Armancên Gerdûnî jî têne zanîn, di sala 2015'an de nexşeya cîhanê ya pêkanîna aştî û bextewarîyê jibo mirov û erdê danî. Ew planeke hevpar e ku jibo bidawîanîna hejarîya tund, kêmkirina newekhevîyê, û parastina erdê heya sala 2030'an, 17 Armanc danîne.

Taybetmendîya lûtkeya îsal ew e ku ew plan di nîva dema destpêkirina plane sala 2015'an û dawîya çaverêkirî ya sala 2030'an de dibe.

Li gor Neteweyên Yekbûyî, her welatek ji 193 welatên endam dê ji îro Sêşemê 19' Îlonê heta 26 mehê, 15 heta 20 kêlîlkan hebin ku axaftinên xwe pêşkêş bikin.

Îro danê sibê Beazîlya, Amerîka, Kolombîya, Urdun, Polonya, Kuba, Tirkîye, Portorîko, Qatar, Afrîqaya Başûr, Turkmenistan, Ukrayna, Guatemala, Hungarya, Swîsre, Misir, û Qirgizistan axaftinên xwe pêşkêş dikin.

Piştî nîvro: Ozbekistan, Bolîvya, Kazaqistan, Îran, Cezayîr, Arjantîn, El Salvador, Mexrib, Paraguay, Slovenya, Mozambîk, Panama, Nîjerya, Uruguay, Komara Çek, Kosta Rîka, Palau, Perû, û Senegal wê bipeyîvîn.

Kombûnên hefteya radebilind îro Sêşemê bi axaftina serokê Brezîlî Lula Da Silvia destpê kir û piştî wî serokê Amerîka Joe Biden axaftinek pêşkêş kir.

Biden di axaftina xwe de bal kişand ser dosyeya mafê mirovan li cîhanê û got ku pêwîst e newekhevî ji cîhanê rabe, çareserî ji hejarîyê re were dîtin û derfet ji seranserî cîhanê werin peyda kirin.

Amerîka bawer dike ku Neteweyên Yekbûyî platformeke girîng e ku dikare pirsgirêkên herî giran û hevpar ên ku bandorê li me hemûyan dikin çareser bike, ji ewlehîya xwarinê ya cîhanî bigire heya qeyranên tendirustîyê.

Axaftinên serok û berpirsan di dirêjîya rojê de berdewam bin û serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy û serokê Îranê Îbrahîm Reîsî jî axaftinên xwe pêşkêş bikin.

Destpêkirina Kombûnên Civata Giştî Ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:14 0:00

XS
SM
MD
LG