Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Bizava Rêgirtina Tundîya Dijî Jinan de Girîngîya Avakirina Bawerîyê


Jinên Kurd li Rojava dijî tundîya ser xwe derketine kolanan (Arşîv)
Jinên Kurd li Rojava dijî tundîya ser xwe derketine kolanan (Arşîv)

Îsal jî jinên Herêma Kurdistanê ligel jinên cîhanê Roja Navnetewî ya Tunekirina Tundîya Dijî Jinan ( (International Day for the Elimination of Violence against Women) bi sozên kar û xebatê û hêvîîyên nehiştina hemû rengên tundîya li ser binemaya cudahîya regezê, bi çalakîyan pîroz kir.

Ragihandina Têkoşîna Tunekirina Tundîya Dijî Jinan, ku ji hêla Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve di sala 1993’an de hat weşandin, tundûtûjîya li ser jinan ser bingeha regezî- cender ku dibe sedema zirara laşî, derûnî, bêbextkirin, an jî her rengekê derdeserîya jinan ji encamê zorê, pênase dike.

Ev roja navneteweyî li 25 Mijdarê, destpêka çalakîyên16 rojî ye ku li 10'ê Berfanbarê, Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bi dawî tê. Ew delîveyeke ku jin bi xwe haydarî şêweyên parastina mafên xwe bin.

Ew herwiha delîveya banga qanûnên baştir e ji hikûmetan jibo cezakirin û rêgirtinê li kesên bi tundî reftarê bi jinan re dikin yan tawana li dijî wan encam didin. Di vê helkeftê de bang tên kirin jibo dabînkirina xizmetên zêdetir jibo rizgarbûyan û perwerdeya baştir ya karmendên pêkanîna qanûnê jibo ku bi rêkên hejî karî jibo nehiştina tundî û zêdegavîyan li ser jinan.

Li gor daneyên NY, tundîya li dijî jin û keçan yek ji binpêkirinên mafên mirov yên herî berbelav û berfireh li cîhanê ye. Li gor texmînan, 736 mîlyon jin -nêzîkî 1 ji 3 jinên seranserî cîhanê- bi kêmanî carekê di jîyana xwe de rastî tundîya fizîkî û seksî hatine.

Wekî hemû salan, li 25’ê Mijdara îsal jî, rêvebirên partîyên sîyasî û hikûmeta Herêma Kurdistana Îraqê beşdarî çalakîyên rêxistinên jinan û sazîyên hikûmeta Herêmê bûn û sozên rêgirtinê li hemû rengên tundûjîjîyan û cîbicîkirina dadmendîyê jibo qûrbanîyan dan.

Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî got, “Di vê bîrewerîyê de em pêgirtina xwe tekez dikin ku bi îradeyeke xurt û cidî li dijî hemû tundî û binpêkirinên li ser jinan û mafên wan têkoşînê bikin.”

Jiber ku çend lêkolerên vê mijarê gihane wan encaman ku gotara nefretê û hin bawerîyên paşketî rê li pêş zêdebûna tundîya li ser jinan vekirîye heta radeya kuştina bi navê namûsê.

Qubad Talabanî, Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêmê, banga beşdarîya têkraya civakê kir.

“Divê xema tunekirina bîr û bawerîyên tundrê xema me hemûyan be... Divê em hemû bi yek dengî bêjin ku şeref û namûs ne di kuştina jinan de ye.”

Di lêkolînekê de jêr navê Bertekên li dijî mafên jinan li Herêma Kurdistana Îraqê ku di Nîsana 2023’an hat weşandin, Çoman Herdî, Rêvebira Navenda Lêkolînên Regez û Geşekirinê li Zanîngeha Amerîkî li Silêmanîyê, gihiştîye wê encamê ku “Astengeke serekî li pêş bidestxistina edaletê jibo jinan, berbelavbûna gotara çandî û olî ya parêzyar e.”

Di sala 2011’an de zagona jimar 8 ya bi navê Zagona Berhengarbûna Tundûtûjîya Dijî Jinan li Parlamenta Herêmê hat pejirandin. Lê niha sazîyên hikûmetê û rêxistinên ne hikumetî (NGO) daxwaza hemwarkirina wê qanûnê dikin heta bikaribin baştir rê li pêş tundûtûjîyan bigirin. Loma berevankarên mafên jinan dibêjin gerek e karbidestên Herêmê hevbîr bin ser vê mijara cîhanî û lezê li hemwarkirina qanûnê bikin da ku bi şertekî baş hizra mekanîzmên rêgirtinê li gotara çandî û olî ya parêzyar bigirin.

Sozên Têkoşînê Hember Jimarên Binpêkirinan

Fênik Şefîq Heme Emîn, rêvebira giştî ya Rêvebirîya Berhengarbûna Tundûtûjîya Dijî Xêzan û Jinan ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got, “li 2023’an heta Cotmehê, nêzîkî 13,000 dozên tundûtûjîyan li cem me hatine tomarkirin. Lê ev ne jimarên rasteqîn in, çinku gelek kes gilîyên xwe digihînin polîsê giştî yan rêxistînên mirovahî.”

Li Herêma Kurdistanê jî jin û keç rastî heman cureyên tundûtûjîyên li piranîya welatên cîhanê, tên. Bigire ji kûştina bi navê namûsê, destdirêjîya sêksî, şer û lêxistina nav malê, zewaca zarokan, xetenekirin- sunetkirina kiçan, sûtin û xwesûtandin, bazirganîkirina bi kiç û jinan, zeftkirina belgenameyan, derxistina ji malê, geflêkirin, bêrêzkirin û xîyaneta hevjînîyê.

Vêca dema ku rêxistinên mirovanî van hemû cureyên binpêkirinan rêz dikin û tekez dikin ku hejimar rasteqîne metirsîdar in, pirsyara ku tê kirin ew e ka sozên têkoşînê û bangên karbidestan jibo nehiştina tevaya rengên tundûtûjîyan li dijî jinan li hember jimarên tundî û binpêkrinên mafên jinan çend nirxdar in?

Rêvebir û berdevkê Polîsê Giştî razî nebûn dane û hejimarên tundûtijîyên dijî jinan hatin îsal tomarkirin bidin Dengê Amerîka lê wan got, “rêje ji par kêmtir in û di 15’ê meha 12, Berfanbar ê de emê amaran eşkere bikin.”

Bêdengîya Qûrbanîyan û Bêcezakirina Tawanbaran

Bêcezakirina tawanbaran, bêdengîya jin û malbatan, şerma ji hetikbirinê di civakê de sedemên serekî ne ku gelek rengên tundûtûjîyan veşartî bimînin. Dîyardeya kuştinên bi navê namûsê, şewitandin û xweşewitandin mînakên herî dîyar yên tawanên veşartî ne.

“Her du hefteyan, jinek yan keçek ciwan jibo parastina namûsa mêrekî li Herêma Kurdistana Iraqê tê kuştin. Di rastîyê de, bi taybetî li herêmên gundewarî jimarên rastî yên kuştinên namûsê zêdetir in ji jimarên ku tên ragihandin.” Ev destpêka lêkolînekê bi navê Mijara Tundîya li Dijî Jinan li Kurdistana Iraqê bû li 2022’an hat weşandin ji alîyê Ruwayda Mustafa, çalakvana Kurd-Brîtanî û damezrênara Borda Sîyaseta Kurdî.

Rêvebirê Polîsê Giştî yê Herêma Kurdistanê dibêje, “li 2022’an jimara tomarkirî ya kuştina jinan 49 bû.”

Rêvebira Giştî ya Berhengarbûna Tundûtûjîya Dijî Xêzan û Jinan dibêje, “ev cure tawan li cem polîsê giştî tên tomar kirin û rêvebir’ya me çi zanyarî li ser nîne.”

Lê xanim Fênik bangê li her kesekî dike dema kû hest bikin jinek yan kiçek rastî xetera kûştinê tê, Rêvebirîya Giştîya Berhengarbûna Tundûtûjîya Dijî Xêzan û Afretan agaehdar bike û bi gehîne yek ji 9 ofîsên Rêvebirîya wan ya ser bi Wezatreta Navxwe û eger metirsî li ser hebe karmendên taybet bi fermana dadwerekî dê bigehînin yek ji Şelterên – Navendên parastina xaniman.

Zakîya Seyid Salih, Cîgira Wezîrê Kar û Karûbarên Civakî li Herêma Kurdistana Iraqê, dibêje erkê 4 şelterên wezaretê (parastin û dabînkirina xizmetgûzarîyên derûnî, tendirustî, komelayetî û pîşeyî ye ji wan xaniman re heta şîyana vegerandina wan hebe ji civakê piştî dadgeh biryarê dide û soz ji malbatê tê wergirtin tundûtûjîya dijî wê dûbare nebe.)

Civak Çiqas Girîngîyê Dide Mijara Tundûtûjîya Dijî Jinê?

Kemeypna cîhanî ya 16 rojî ya 2023’an bi navê Weberhênan Jibo Berhengarbûna Tundûtûjîya Li Ser Jin û Keçan, bangî hevwelatîyan bike ku nîşan bidin ka ew çiqas girîngîyê didin mijara tundûtûjîya li dijî jin û keçan û bang li hukûmetên seranserî cîhanê dike ku zanyarîyan parve bikin ka ew çawa karî jibo rêgirtinê li van rengên tundîyê digirin.

Jibo rêgirtinê li tundîyên li ser bingeha regezî- cenderî xanim Fênik Şefîq Heme Emîn rêzek pêşnîyaran dike:

  • Hemwarkirina yasaya 8 ya 2011’an jibo bihêzkirina şîyanên wan yên lîkolînan, rawêj û parastina bêtir ya xanimên rastî tundîyê tên.
  • Hevkarîya navendên hikûmetê digel rêxistinên mirovanî û ragihandina Herêmê jibo haydarkirina jin û keçan ji qanûna parastina wan.
  • Vekirina ofîsên bêtir yên berhengarbûna tundûtûjîyê û şelterên bêtir yên parastina qurbanîyan.
  • Berdestkirina şîyanên diravî jibo çalakî û bernameyên hişdarîyê yên taybet bi avakirina bawerîyê bi wan ofîs û sitargehên parastinê.
XS
SM
MD
LG