Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Êrîşa bi Dronan Dijî Îsraîlê Destpê Dike


Dîmenek arşîvî ya sîstema berevanîya Îsraîlê (Iron Dome)
Dîmenek arşîvî ya sîstema berevanîya Îsraîlê (Iron Dome)

Hêza Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) di daxuyanîyeke derengî Şemîyê de ragihand ku wan bi dehan dron ber bi Îsraîlê ve avêtine.

IRGC got ku ev êrîş bersiv e hember êrîşa 1'ê Nîsanê ya li ser avahîya konsulxaneya Îranî li Şamê ku tê de hejmareke rêberên Îranê hatin kuştin. Tehran dibêje Îsraîl li dû wê êrîşê bû.

Îsraîlê jî derengî Şemîyê ragihand ku Îranê bi hejmareke firokên bêmirov êrîş biriye ser axa Îsraîlê.

Daniel Hagari, berdevkê artêşa Îsraîlê di konferanseke rojnamevanî de got ku "berî çend kêlîkan Îranê ji axa xwe û welatên hevalbendên wê dron ber bi dewleta Îsraîlê ve avêtine."

"Em vê metirsîyê li qada esmanî dişopînin. Li vir behsa metirsîyekê ye ku pêdivî bi çend saetan heye berî ku bigihêje axa Îsraîlê," Hagari da zanîn.

Fermandarîya artêşa Îsraîlê dîyar kir ku heta ev dronên Îranê bigihêjin axa Îsraîlê dê heşt saet pê biçin. Artêşa Îsraîlê herwiha got ku amadekarîyên wê jibo berevanîya hember van dronan berdewam dikin.

Raportên medyaya herêmî ragihand ku hejmareke dron vê êvarê li esmanê Îraq û Herêma Kurdistanê hatine dîtin.

Di gotarekê de îro Şemîyê li pêş alîgirên xwe, Rêberê Rûhanî yê Bilind li Îranê Ayatollah Alî Xameneyî eşkere kir ku ewê tola xwe li dijî Îsraîlê bistînin.

XS
SM
MD
LG