Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksyonên Navnetewî Derbarê Êrîşên Îranê ser Îsraîlê


Dîmeneke hinek Îranîyên li kolanên Tehranê kêfxweşîya xwe piştî êrîşa ser Îsraîlê nîşan didin.
Dîmeneke hinek Îranîyên li kolanên Tehranê kêfxweşîya xwe piştî êrîşa ser Îsraîlê nîşan didin.

Welatên Rojavayî êrîşa Îranê ya derengî Şemîyê dijî Îsraîlê şermezar kir û hişyarî da ku ev êrîş gefeyê li zêdekirina nearamîyê li Rojhilata Navîn dike.

Li li vir em çend reaksyonên serekî ku heta niha derketine, belav dikin:

Amerîka

Berdevka Civata Ewlekarîya Niştimanî ya Amerîkayê Adrienne Watson helwesta Serok Joe Biden dubare kir ku Amerîka piştgirîyeke "nayê şikandin" dide Îsraîlê jibo ewlekarîya wê.

"Amerîka dê ligel gelê Îsraîlê bisekine û piştigîya berevanîya wê ya dijî van metirsîyên Îranê bike," Watson di daxuyanîyekê de got.

Wê herwiha got ku Serok Biden bi awayekî berdewam derbarê rewşa heyî tê serwextkirin.

Yekîtîya Ewrupa

Berpirsê karûbarên derve yên Yekîtîya Ewrupayê Josep Borrel êrîş wekî "zêdekirineke bêmînak û metirsîyeke cidî bo ewlekarîya herêmî" şermezar kir

Brîtanya

Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak di daxuyanîyekê de êrîşên Îranê şermezar kir û got ku ev "êrîş girjîyan gûr dikin û herêmê nearam dike. Îran careke din nîşan da ku ew bi nêt e ku qerebalexê belav bike."

Fransa

Wezîrê Derve yê Fransayê Stephane Sejourne li ser platforma X got ku "bi biryardayîna vê kiryara bêmînak, Îranê gihiştiye asteke nû di kiryarên xwe yên nearamkirinê de û ew rîska zêdekirina leşkerî peyda dike."

Îtalya

Wezîrê Derve yê Îtalyayê Antonio Tajani got ku welatê wî rewşê "bi haydarî û fikar" dişopîne û ew "amade ji rêvebirina her senaryoyê re amade ye."

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG