Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Geştên Firokxaneyên Hewlêr û Silêmanî Demkî Tên Rawestandin


Derîyê serekî yê firokxaneya Hewlêrê.
Derîyê serekî yê firokxaneya Hewlêrê.

Geştên esmanî li herdu firokxaneyên Hewlêr û Silêmanîyê yên Herêma Kurdistanê hatin ragirtin piştî ku Îranê derengî Şemîyê bi dronan êrîş bir ser Îsraîlê.

Ofîsa Medya û Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser zarê Ehmed Hoşyar, rêvebirê firokxaneya Hewlêrê ragihand ku "jiber nearamîya esmanê Îraq û deverê di encama girjîya leşkerî li herêmê, biryar hat standin ku bi awayekî demkî geştên firokxaneyên Hewlêr û Silêmanîyê û tevahîya firokxaneyên Îraqê werin ragirtin."

Ev biryar di demekê de tê ku piranîya geştên esmanî li Rojhilata Navîn hatine rawestandin, jiber metirsîya zêdebûna şer piştî ku Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) êrîşên bi dronan birin ser axa Îsraîlê.

IRGC di daxuyanîyekê de got ku wan bi dehan dronan avêtine ser Îsraîlê wekî bersiv hember êrîşeke gumankirî ya Îsraîlê ser avahîya konsulxaneya Îranî li Şamê.

Îsraîl dibêje ku sîstema wan ya berevanîya esmanî dikarîbû hejmarekê ji van dronan bîne xwarê, lê hîn jî hinek dron negihiştine esmanê Îsraîlê.

XS
SM
MD
LG