Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Soza Serkeftinê Dide Û Îran Dijî Tolhildana Piştî Êrîşê Hişyarîyê Dide


Tiştên li ezmanê Orşelîmê têne dîtin piştî ku Îranê dron û mûşek ber bi Îsraîlê ve avêtin, li Orşelîmê, 14ê Nîsanê, 2024.
Tiştên li ezmanê Orşelîmê têne dîtin piştî ku Îranê dron û mûşek ber bi Îsraîlê ve avêtin, li Orşelîmê, 14ê Nîsanê, 2024.

Îranê roja Yekşemê hişyarî da Îsraîl û Amerîkayê ji "bersiveke pir mezintir" eger tolhildanek hebe ji bo êrîşa wê ya dronan û mûşekî ya girseyî li ser xaka Îsraîlê şeva borî ji ber ku Îsraîl got "helmet hîn bi dawî nebûye".

Metirsiya şerekî vekirî di navbera herdu dijminên Rojhilata Navîn de û tevlêbûna Amerîka nav wî şerî, herêm xistiye tengasiyê, di demekê de ku Washington dibêje Amerîka naxwaze şer bi Îranê re bike lê ji bo parastina hêzên xwe û Îsraîlê dudil nabe.

Îranê êrîş wek bersiva êrîşeke gumanbar a Îsraîlî li ser konsulxaneya wî li Sûriyê di 1ê Nîsanê de dest pê kir ku di encamê de fermandarên payebilind ên Pasdarên Şoreşa Îranê hatin kuştin û piştî pevçûnên bi mehan di navbera Îsraîl û hevalbendên herêmî yên Îranê de, ku ji ber şerê li Xezeyê derketibû.

Lêbelê, êrîşa bi sedan mûşek û dron, ku piranî ji hundurê Îranê hatin avêtin, tenê zirarek hindik li Îsraîl kir ji ber ku piraniya wan bi alîkariya hevalbendan di nav wan de Amerîka, Brîtanya û Urdunê hatin xistin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser medyaya civakî got: "Me mudaxele kir, me paşve kişand, em ê bi hev re bi ser bikevin."

Wezîrê Berevaniyê yê Îsraîlê Yoav Gallant got, tevî têkbirina êrîşê jî operasyona leşkerî bi dawî nebûye û "divê em ji her senaryoyê re amade bin."

Kanala 12 TV ya Îsraîlî şeva borî li ser zimanê karbidestekî Îsraîlî yê ku navê wî nehate zanîn got ku dê "bersiveke girîng" ji êrîşê re bê dayîn, di demekê de ku Netanyahu bi kabîneya xwe ya şer re hevdîtinan pêk tîne.

Rûsya, Çîn, Misir, Mîrgehên Ereb ên Yekbûyî û Oman bang kir ku hemî alî xwe ji girjiyan dûr bixin.

Nûneratiya Komara Îslamî ya Îranê li Netewên Yekgirtî got ku ev êrîş bi mebesta cezakirina "sûcên Îsraîlê" bû, lê ew niha bi dawî bû.

Serokerkanê artêşa Îranê General Mihemed Baqerî di televizyonê de hişyarî da ku "bersiva me dê ji tevgera leşkerî ya îşev mezintir be eger Îsraîl tolhildanê li Îranê bike" û ji Washingtonê re jî got ku eger ew alîkarîya Îsraîl bike, dibe ku bingehên wê jî werin êrîşkirin.

Serokê Amerîka Joe Biden got ku ew ê roja Yekşemê civîneke ji rêberên Koma Heft aboriyên mezin re li dar bixe da ku bersiveke dîplomatîk li hember êrîşa hovane ya Îranê hevrêz bike.

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin got ku Amerîka naxwaze bi Îranê re şer bike, lê ew ê ji bo parastina hêzên Amerîkî û piştgirîkirina berevaniya Îsraîlê dudil nebe.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG