Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Firokxaneyên Îranê Geştên Xwe Heta Sibeha Duşemê Betal Dikin


Hejmarek firokexaneyên Îranî, di nav de jî ya Îmam Xumeynî ya Navdewletî ya Tehranê, geştên xwe heta Duşemê betal kirine, medyaya fermî ya Îranê roja Yekşemê ragihand, di demekê de ku alozî li Rojhilata Navîn bi êrîşa Îranê ya li ser Îsraîl şeva borî re, derketin.

Îranê şeva Şemiyê heta Yekşemê bi dehan dron û mûşek avêtin Îsraîlê, weke bersivekê li ser êrîşa Îsraîlê ya li ser konsulxaneya wê li Sûriyê di 1ê Nîsanê de. Niha tirsa ji tolhildana muhtemel a Îsraîlê li dijî Tehranê zêde bûye.

Rêvebirê firokexaneyê ji Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê re got: "Hemû seferên balafirxaneya navneteweyî ya Îmam Xumeynî ya Tehranê heta saet 06.00 (02:30 GMT) li gorî daxuyaniya Rêxistina Esmanî ya Sivîl a Îranê hatin betalkirin."

Li gor daxuyaniya Kompaniya Firokexaneyan û melevaniya esmanî ya Îranê, geştên navxwe yên firokexaneya Mêhrabad a Tehranê û firokexaneyên Şîraz, Esfehan, Buşehr, Kirman, Îlam û Senendajê jî heta sibeha roja Duşemê hatine betalkirin, ji ber ku esmanê rojava yê Îranê ji seferan re qedexe ye.

Firokeyên mezin ên li seranserê Rojhilata Navîn betalkirina hin geştên xwe ragihandin, û neçar man ku ku berê hin geştên xwe biguherin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG